Serokê ENKSê li ser çûna Pêşmergeyên Roj bo Rojava daxuyanî da

29-07-2020
RÛDAW
Serokê ENKSê derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojava de ji Rûdawê re axivî
Serokê ENKSê derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojava de ji Rûdawê re axivî
Nîşan Siûd Mele Pêşmergeyên Roj Rojavayê Kurdistanê Kurd PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê ENKSê dibêje danûstadinên aliyên Kurdî ji bo yekrêziyê berdewam in û diyar kir ku ew li ser mijara vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê negihiştine rêkeftinekê.

Serokê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela derbarê danûstandinên aliyên Kurdî bo yekrêziyê li Rojavayê û vegera Pêşmergeyên Roj de ji Rûdawê re axivî.

Siûd Mele derbarê danûstandinên ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) de ragihand, heta niha danûstandinên wan berdewam dikin.

Serokê ENKSê li ser debasbûna Pêşmergeyên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku heta niha wan ew mijar gotûbêj nekirine û lihevkirine li ser vê miajrê çê nebûye.

Siûd Mele herwiha got, hinek daxwazên wan hene, weke nehiştina leşkeriya bi zorê, pirsa girtiyan û xwendin û herweha hebûna kesên ne xelkê Sûriyê di nav refên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de.

Siûd Mele dibêje, “Ew kes ji bo alîkariyê hatibûn Rojavayê Kurdistanê seata wan xweş û niha divê ew vegerin” û diyar dike ku êdî ewê bi xwe navçeyên xwe birêve bibin.

Duh li bajarê Qamişlo di navbera PDK-Sê, rêxistina Aşûrî ya Demokrat, Teyar El Xed û Encûmena Erebî li Cizîrê Eniya Aştî û Azadiyê hat avakirin.

Serokê ENKS Siûd Mela derbarê Eniya Aştî û Azadiyê li Cizirê ragihand ku divê berî her tiştî her pêkhateyeke Sûrî bi xwe lihev bike, piştre ew pêkhate hemû ji bo siberoja Sûriyê bigihêje encamekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst