Koalîsyon baregehên xwe yên li Hisîçayê bihêztir dike

29-09-2025
RÛDAW
Nîşan Koalîsyon Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hisîça (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) 25 kamyonên din ên leşkerî şandin Rojavayê Kurdistanê.

Koalîsyon sewqiyata xwe ya leşkerî û lojîstîkî ya ji bo baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Li gorî çavkaniyekê ji Rêveberiya Xwesera Rojavayê Kurdistanê karwaneke nû ya Hevpeymaniyê ku ji 25 kamyonên tijî kelûpelên leşkerî û lojîstîkî pêk dihat, ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê Welîd derbas bû.

Heman çavkaniyê diyar kir ku armanca vê sewqiyatê bihêzkirina baregehên Koalîsyonê yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê ye û ew karwan gihiştiye Baregeha Qesrikê ya li bakurê Hisîçayê.

Ev di demekê de ye ku roja 28ê vê mehê jî, karwaneke din a mezin a Koalîsyonê ku ji 35 kamyonan pêk dihat, bi heman rêyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst