Ocalan dê li ser HSDyê peyamekê belav bike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan HSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansên nêzîkî HSDyê diyar kir ku peyama sersalê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dê sibe were weşandin.

Peyama sersalê ya Abdullah Ocalan dê sibe bi raya giştî re were parvekirin.

ANHAyê ragihand ku Ocalan dê li ser pêvajoya çareseriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nirxandinan bike.

Hat diyarkirin ku Ocalan di peyama xwe de behsa pêvajoya heyî kiriye.

Li aliyê din, hat zanîn ku Abdullah Ocalan derbarê HSDyê de jî nirxandin kirine.

Pêvajoyê çawa dest pê kir?

Nîqaşên "pêvajoya nû" ya li ser Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê, di çaryeka dawî ya sala 2024an de bi pêngaveke nû dest pê kir.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli li Parlamentoyê destê parlamenterên DEM Partiyê girt û pişt re bangî Abdullah Ocalan kir û got, "Bila were li parlamentoyê di koma DEM Partiyê de biaxive."

Piştî vê bangewaziyê, Ocalan bangî PKKyê kir ku xwe fesix bike û çekan deyne.

Di nîqaşên ku sala 2025an de berdewam kirin de Ocalan di hevdîtineke bi malbata xwe re ya di mehên borî de gotibû:

"Eger şert û merc bên avakirin, hêza min heye ku ez pêvajoyê ji zemîna şer û pevçûnê bikşînim ser zemîna hiqûqî û siyasî."

HSD û Rojavayê Kurdistanê

Cihdayîna HSDyê ya di peyama Ocalan de, di demekê de ye ku gefên operasyona leşkerî ya Enqereyê li ser Rojavayê Kurdistanê didomin û lêgerîna çareseriyeke siyasî li seranserê Sûriyeyê kûr dibe.

Tirkiye HSDyê wekî şaxeke PKKyê pênase dike.

Li aliyê din, Rojavayê Kurdistanê di muzakereyên bi Şamê re de daxwaz dike ku pêkhateya xweser a HSDyê were parastin û statuyeke destûrî bi dest bixe.

Tê texmînkirin ku nirxandinên Ocalan ên li ser HSDyê, hem derbarê entegrasyona muhtemel a rêxistinê bi artêşa Sûriyeyê re û hem jî derbarê paşeroja siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de nexşerêyeke nû pêşkêş bike.

Tê çaverêkirin ku peyama Ocalan sibe bi rêya parêzeran an endamên malbatê bi tevahî ji raya giştî re were ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst