AMED - Karesata bîra avê: 4 kes mirin

30-09-2025
RÛDAW
Nîşan Amed.Çêrmûg Bîra Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê, 4 kesên ku ji bo paqijkirinê ketibûn bîreke avê, ji ber gaza jeneratorê bi jehrê ketin û mirin.

Li gundikê Beybagê yê Çêrmûgê 4 kes ji bo paqijkirinê ketin bîreke avê û ji ber ku demeke dirêj derneketin, xizmên wan agahî da navenda lezgîn a tîmên tenduristiyê .

Li ser agahdarkirinê cendirme tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên ku bi pêpelûk û werîsê daketin bîrê, dît ku her 4 kesan jî di binê bîrê de mirine.

Di lêkolîna destpêkê de hat diyarkirin ku Mehmet Karabag (33), Mehmet Emîn Karabag (35), Hanîfî Yeşîlyaprak (38) û Kemal Karabagê 17 salî ji ber gaza karbondîoksîtê ya ku ji jeneratora ji bo valakirina avê bi kar anîne derketiye, bi jehrê ketine.

Xebatên tîman ji bo derxistina cenazeyan ji bîrê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst