Bêrîvan Omer: Em ji bo paqijkirina berfê dixebitin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Bêrîvan Omer bû mêvana Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Bêrîvan Omer bû mêvana Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Bêrîvan Omer Şaredariya Qamişloyê Berf Xebat Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêla berf û baranê ya ku bandor li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kiriye, gihîşt Rojavayê Kurdistanê jî.

Li bajarê Qamişloyê û derdora wê berf dibare û şaredarî ji bo ku di çûn û hatinê de astengî çênebin di amadehiyê de ye.

Hevseroka Şaredariya Qamişloyê Bêrîvan Omer bû mêvana Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser xebatên şaredariyê bersivandin.

"Welatî kêfxweş in"

Bêrîvan Omerê diyar kir ku demeke dirêj e li herêmê berf nebariyabû û got:

"Ji zû ve ye berf li Rojavayê nehatiye, ji ber vê yekê welatî gelekî kêfxweş in.

Metirsiya me wekî şaredarî heye ku rê werin girtin û bûyerên trafîkê çêbibin."

Hevseroka Şaredariya Qamişloyê da zanîn ku li hemû şaredariyên Kantona Cizîrê komîteyên awarte hatine avakirin û da zanîn:

"Em li gorî agahiyên trafîkê tevdigerin. Li Qamişloyê ji bo vekirina rêyan alavên şaredariyê hene.

Heta niha rewş baş e û em hêvî dikin ku bêyî qeza û bela derbas bibe."

"400 karmendên paqijiyê li ser kar in"

Bêrîvan Omerê diyar kir ku bi giştî hezar û 200 karmendên Şaredariya Qamişloyê hene û 400 ji wan di beşa paqijiyê de dixebitin û anî ziman:

"Karmendên me yên paqijiyê ji serê sibehê ve li ser karê xwe ne û kolanan paqij dikin."

Omerê li ser projeyên şaredariyê jî got:

"Me hemû projeyên xwe yên sala 2025an temam kirin.

Piraniya projeyên me yên îsal çêkirina rêyan bû.

Her wiha projeyên me yên avê jî hebûn ku ji sedî 90ê wan hatine temamkirin."

"Projeyên nû ji bo 2026an"

Hevseroka Şaredariyê da zanîn ku ji bo sala 2026an jî plan û projeyên wan hene û da zanîn:

"Em dê di sala bê de girîngiyê bidin firehkirina bajêr û çêkirina parkên nû.

Her wiha em dê hewl bidin ku pirsgirêka avê bi temamî çareser bikin."

Li parçeyên din ên Kurdistanê rewşa hewayê

Li Bakurê Kurdistanê jî berfeke zêde bariyaye û li gelek bajaran rê hatine girtin.

Li parêzgehên wekî Erzirom, Qers, Erdexan, Mûş, Bedlîs, Wan û Colemêrgê jiyan rawestiyaye.

Li Başûrê Kurdistanê jî li navçeyên çiyayî yên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê berf dibare.

Birêvebiriya Keşnasiyê hişyarî da ku dê berf û baran berdewam bike.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî gund û bajar di bin berfê de ne û xelk ji kêfxweşiyan re li ser cade û kolanan govendê digerîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst