Ji 'hevpeymaniyê' heta 'xiyanetê': Paşeroja Rojavayê Kurdistanê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Rojavayê Kurdistanê Sûriye Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya cîhanê bi hûrgilî rewşa Rojavayê Kurdistanê dişopîne û hişyariyê dide ku Kurdên Sûriyeyê rûbirûyî "xiyaneteke mezin" bûne.

Li gorî raporên navneteweyî, di encama guhertina siyaseta Washingtonê û êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de, ezmûna Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin metirsiya tunebûnê de ye.

Navendên lêkolînan û rojnameyên navdar ên Amerîka, Almanya û Fransayê, rewşa niha ya Kurdan a li Sûriyeyê wekî "qonaxa herî hestiyar" a çend salên borî bi nav dikin û amaje pê dikin ku Şamê bijardeya leşkerî hilbijartiye.

Atlantic Council: Şamê derfeta zêrîn ji dest da

Navenda Atlantic Councilê ya Amerîkayê di analîzekê de rexne li helwesta hikûmeta Sûriyeyê girt û pirsî: "Kurdên Sûriyeyê dikaribûn bibin hevparên jinûveavakirinê lê çima Şamê êrişî wan kir?"

Li gorî medyaya Amerîkayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hêza herî birêxistinkirî ya li ser erdê, dikaribû bibe kilîta aramî û jinûveavakirinê ji bo Sûriyeyeke nû lê Şamê li şûna ku sûdê ji şiyanên îdarî û leşkerî yên Kurdan ji bo yekparçeyiya welat werbigire, biryara "serkutkirina leşkerî" daye.

Rapor amaje pê dikin ku Şam hîn jî bi mentalîteya "dewleta navendî ya tundrew" tevdigerê û dixwaze bi van êrişan dawî li pirdengî û îhtimala demokrasiyê ya li welat bîne.

Medyaya Almanyayê: Amerîka rê dide ketina Kurdan

Rojnameyên Almanyayê bi tundî behsa guhertina helwesta Washingtonê dikin.

Rojnameya Berliner Zeitungê nivîsî: "Dewletên Yekbûyî rê dide ku Kurd têk biçin; guhertina desthilatê ya li Sûriyeyê dawiya Rojava mohr dike.”

Li gorî medyaya Almanyayê, birêvebiriya Donald Trump biryar daye ku behîsê li ser "Şameke bihêz" bike ji bo bidawîanîna krîza 14 salan a Sûriyeyê û ev yek jî Kurd xistine ber du bijardeyên dijwar; "teslîmbûn" an "tunebûn.”

Rojname nivîsiye, "Rojava li ser maseya dîplomasiyê ya di navbera Şam, Enqere û Washingtonê de bûye qurbanî."

Hev dem, rojnameya Die Weltê ya Almanyayê hişyariyê dide ku êrişên ser herêmên Kurdan ne tenê şerên siyasî ne, belkî "paqijkirineke sîstematîk" in ji bo rakirina saziya Rêveberiya Xweser e.

Fransa: Tenê dengê nerazî

Di demekê de ku piraniya welatên Ewropayê bêdeng in, medyaya Fransayê û rojnameya FAZê behsa dilgiraniyên Parîsê dikin.

Jean-Noël Barrotê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê got, "Serkutkirina Kurdan bêbersiv namîne.”

Fransa dilgiran e ku hilweşîna saziya Kurdan bibe sedema vejîna DAIŞê çimkî HSDyê kontrola girtîgehên metirsîdar ên DAIŞê dikir. Her çend Parîs hewl dide zextê bike jî, bêdengiya Amerîkayê bandora hewlên wê kêm kiriye.

Îsraîl: Tirsa valahiyeke ewlehiyê heye

Ji aliyekî din ve, rojnameya The Jerusalem Postê ya Îsraîlê ji aliyê ewlehiyê ve metirsî xistin ber çavan û di wê baweriyê de ye ku lawazkirina Kurdan dê bibe sedema çêbûna "valahiyeke ewlehiyê" ku dibe ji aliyê komên cîhadîst an jî mîlîsên nêzîkî Îranê ve were dagirtin û bi vê yekê hevsengiya hêzê li Sûriyeyê têk diçe.

Krîza nû 6ê Kanûna Paşîna 2026an bi êrişa Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li ser taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ) dest pê kir.

Li gorî amarên Ofîsa Koçberan a Rêveberiya Xweser, 500 hezar kes koçber bûne. Bajarê Kobaniyê û çend navçeyên din rûbirûyê dorpêçeke tund û birîna av û elektrîkê bûne.

Medyaya cîhanî behsa wê yekê dike ku rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn a ku biryar bû mafên Kurdan di çarçoveya Artêşa Sûriyeyê de biparêze, ji aliyê Şamê ve wekî amûreke ji bo "teslîmkirina Kurdan" hatiye bikaranîn û gelek caran hatiye binpêkirin.

Derseke tal

Analîstên di medyaya Almanyayê de amaje pê dikin ku Kurdan careke din derseke tal wergirtiye dibêjin:

"Di cîhana berjewendiyan de, dostaniya hêzên mezin heta bidawîhatina metirsiya hevpar (DAIŞ) dom kir."

Niha ku DAIŞ wekî dewlet nemaye, Şam bi piştgiriya bêdengiya navneteweyî hewl dide ku rewşa Sûriyeyê vegere beriya sala 2011an.

Doh HSD û Şamê rêkeftineke nû îmzekirin. Li gorî lihevkirinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dibin beşek ji Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê û hêzên HSDyê jî wekî beşek ji artêşê li herêmên xwe dimînin.

Pirsa sereke li cem medyaya cîhanî ev e, “Gelo zextên dîplomatîk ên welatên wekî Fransa û Brîtanyayê dikarin agirbesteke mayînde misoger bikin, yan wekî ku tê pêşbînîkirin "Rojavayê Kurdistanê" dê bibe beşek ji dîroka borî ya Sûriyeyê? Bersiva vê pirsê dê di rojên pêş de eşkere bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst