Semsûr (Rûdaw) – Titûna Semsûrê ku niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji aliyê tehm û başiyê ve, di rêza yekê de ye, demsala çandina wê dest pê kir.
Semsûr bi çend tiştên xwe navdar e li Tirkiye û Cîhanê. Yek jê çiyayê Nemrûd e. Hin cihên din ên dîrokî û petrol jî tên bîra mirov dema navê wî bajarî derbas dibe. Lê tişta din ku Semsûr pê navdar e û giraniay debara bajêr li ser je titûn e.
Titûna Semsûrê niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê weke yekem tehm û qelîte tê zanîn. Tevî ku hin xetere li ser vî deriyê debarê hene jî niha li deşt û çiyayên Semsûrê werzê danana (çandin) titûn e. Zevî hatine hazirkirin û cotkar bi kelecan tiliyên xwe di erdê re dikin.
Tovên ku di serê adarê de hatibûn çandin êdî mezin bûn û bûne sadir. Tayên wî niha yeko yeko ji erdê tên helkirin da biçin li nava zeviyan bêne danan. Semsûra Bakurê Kurdistanê ne tenê li Tirkiye lê hêdî hêdî li cîhanê jî dibe merqeyek titûnê. Li çiya û deştên bajêr niha werzê danana titûnê ye.
Ev zevî jî hatine hazirkirin da titûn lê bê danan, ango bê çandin.Rêêbazên berê çûne û li şûna wan teknîk û rêbazên modern ketine erdan. Her çiqasî zehmetiyên berê kêm jî bûne, xwedîkirina titûn karekî giran û hewceyî pêzanînê ye. Her tayek yek bi yek û tiliyan tê danan. Gundî û cotkarên Semsûrê bêyî ku bihêlin dem bir ve rabire, xwe li zeviyên titûn germ kirine.”
Titin li Semsûrê sereketirîn debara nîvê nifûsê ye. Bi giştî li derdora 200 hezar donim zeviyan titin tê çandin û salane dora 20 hezar ton titûn li bajêr berhev dibe. Titûna ku diçe fabrîqeyan tiûneke ji rêzê ye lê taybetiya titûna Semsûrê di ya avî de ye. Kêloyek wî li Semsûrê bi 120 lîreyan e lê heta diçe bajarekî weke Stenbolê dibe 250 lîre.”
Titûna avî niha di bin xetereyekê de ye û çavê cotkaran li rê ye. Hikumet, ji ber ku nikane bacê bistîne hewl dide firotina titûna avî qetexe bike. Yan jî bacê bide ser û debara xelkê nîve nîv jê biçe. Herdû alternatîf jî fikarek zêde ne bo xelkê herêmê. Lê mesele her çi be jî niha semsûrî di dema xwe ya herî bi kelecan de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse