11 sal derbas bûn lê êşên Kurdên Êzidî bi dawî nebûn: Bi hezaran kes winda ne!

31-07-2025
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî DAIŞ Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser komkujiya ku DAIŞê li Şingalê pêk anî re 11 sal derbas bûn lê çarenivîsa 2 hezar û 552 Kurdên Êzidî hîn jî ne diyar e.

Çalakvanê Êzidî Ebdullah Şîrîn ku beşdarî xebatên rizgarkirinê dibe, da zanîn, “Ji sedî 90ê kesên ku hatine rizgarkirin, bi piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîştin azadiya xwe.”

11 sal di ser trajediya mezin a ku Kurdên Êzidî di êrişa DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an de li Şingalê jiyan re derbas bûn.

DAIŞê bi wê êrişê herêma Şingalê dagir kir, bi sedan Kurdên Êzidî qetil kirin û di gorên komî de veşartin, zêdetirî 6 hezar Kurdên Êzidî jî revandin.

Piraniya Êzidiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, di nava 11 salên borî de hatin rizgarkirin lê heta niha çarenivîsa 2 hezar û 552 kesan hîn jî ne diyar e.

Ebdullah Şîrînê di Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî de dixebite ku bi hewldanên Serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî hatibû damezirandin, bû mêvanê podcasta Radyoya Rûdawê ya bi navê “Bi Dema Dihokê”.

Ebdullah Şîrîn bal kişand ser rola Nêçîrvan Barzanî ya di vê pêvajoyê de û anî ziman:

“Eger piştgiriya Nêçîrvan Barzanî nebûya, ji sedî 90ê kesên ku hatine rizgarkirin dê hîn jî di destê DAIŞê de bana.

Heta niha bi rêya me ji Îraq, Sûriye û Tirkiyeyê bi giştî 403 kes hatine rizgarkirin.

Me kesê dawî jî 2 hefte berê ji Tirkiyeyê rizgar kir.”

Di nav rizgarbûyan de jin û zarok hene

Ebdullah Şîrîn diyar kir ku di nava kesên ku wan rizgar kirine de jin, zarok û ciwan hene.

Şîrîn diyar kir ku li gorî texmînên wan, hîn jî nêzîkî hezar û 500 Kurdên Êzidî, bi taybetî li herêma Îdlibê ya Sûriyeyê û li hinek bajarên Tirkiyeyê, sax in.

“Mexdûrên sexte hene, sîstem tê îstismarkirin”

Li aliyê din, Şîrîn hişyarî da û da zanîn hinek kes hene ku di rastiyê de ji aliyê DAIŞê ve nehatine revandin lê xwe wekî mexdûr nîşan didin da ku alîkariyê wergirin û got:

“Divê navên van kesan nekevin lîsteyan. Eger sextekarîyên bi vî rengî bê ceza bimînin, dê mafên mexdûrên rastîn werin binpêkirin.

Heta niha nêzîkî 6 hezar kesî hatine rizgarkirin û serlêdanên sexte zererê didin vê pêvajoyê.”

“Min qet alîkarî wernegirt”

Îxlas Xeyriya ku Êzidiyeke rizgarbûyî ye, wekî mêvan beşdarî bernameyê bû û behsa mexdûriyeta xwe kir.

Xeyriyê da zanîn ku her çend gelek caran serî li hikûmeta Îraqê daye jî, wê ti alîkarî wernegirtine.

Îxlas Xeyriyê anî ziman:

“Min gelek caran form dagirtin lê min alîkarî wernegirtin.

Ji min re hat gotin, eger em te wekî şahid nîşan bidin û bibêjin tu di destê DAIŞê de bûyî, divê tu nîvê pereyê bidî me.”

Şîrîn li ser vê îdiayê diyar kir, ti delîl nînin ku Îxlas Xeyrî ji aliyê DAIŞê ve hatibe revandin, ji ber vê yekê navê wê li lîsteyên fermî nehatiye zêdekirin.

Alîkariya hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Îraqê mehane 800 hezar dînarê Îraqî alîkariya madî dide Kurdên Êzidî yên rizgarbûyî.

Rayedarê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Beşar Ezem ragihand ku heta niha 2 hezar û 428 kesan ji vê alîkariyê sûd wergirtiye.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî got, “Heta ku jina Êzidî û zarokê Êzidî yê dawî werin rizgarkirin, hewlên me dê berdewam bikin.”

Li aliyê din, Birevebira Saziya Piştgiriya Êzidiyan (DAK) Suzan Seferê destnîşan ku alîkarî têrê nakin û divê hem Îraq û hem jî saziyên sivîl ên navneteweyî piştgiriya derûnî û aborî zêde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst