Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Libnanê Ebdulselam Ehmed diyar kir ku ji bo vegerandina malbatên jin û zarokên DAIŞiyan ew dikarin alîkariya Libnanê bikin.
Heyeteke pilebilind a ewlehiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk doh Beyrûta paytexta Libnanê ziyaret kiribû û li gel berpirsên ewlehiyê yên wî welatî civiyabû.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Beyrûtê bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê û ji Nalîn Hesenê re diyar kir ku ji bo vegerandina welatiyên Libnanê yên li Kampên Hol û Rojê ew amade ne alîkariyê bidin Beyrûtê.
Ebdulselam Ehmed got, “Mijara sereke ya civînan, vegerandina wan malbatên Libnanî bû ku li kampên Hol û Rojê dimînin.
Demeke dirêj e em ji wan dixwain ku bên welatiyên xwe wergirin lê nakokiyên navxweyî yên Libnanê rêgir bûn. Niha diyar e ku biryareke wan ji bo vegerandina jin û zarokên xwe heye.”
Nasnameya wan ne diyar e
Ebdulselam Ehmed li ser hejmar û pirsgirêkên wan Libnaniyan jî got, “Nêzîkî 11 jinên Libnanî û zarokên wan li kampên Rojavayê Kurdistanê ne.
Pirsgirêka sereke ew e ku piraniya wan nasnameyên Libnanî bi wan re nînin.
Hinek ji wan piştî kuştina hevjînên xwe yên Libnanî, bi çekdarên din ên biyanî re zewicîne.
Vê yekê pirsgirêk ji bo nasnameya zarokên wan çêkiriye û dibe ku pêwîstî bi pişkinîna DNAyê jî hebe.”
“Deriyê me ji wan re vekiriye”
Nûnerê Rêveberiya Xweser her wiha amadehiya xwe ji bo alîkariyê anî zimên û wiha pê de çû:
“Me ji wan re gotiye, kengî hûn amade bin, hûn dikarin wekî heyetekê serdana Rojavayê Kurdistanê bikin.
Deriyê me ji bo wan vekiriye. Ew dikarin rasterast biçin kampan, bi welatiyên xwe re biaxivin, nasnameya wan piştrast bikin û wan vegerînin.”
Hat zanîn ku gotûbêjên di navbera her du aliyan de ne tenê li ser pirsgirêkên li kampan bûn, belkî rewşa ewlehiyê ya Sûriye û bandora wê ya li ser Libnanê jî mijareke din a civînan bû.
Ebdulselam Ehmed amaje pê kir ku HSD wekî hêzeke çalak û cihê baweriyê di şerê li dijî terorê de tê dîtin û eşkere kir ku ew amade ne di warê ewlehiyê de alîkariya Libnanê bikin.
Li gorî amarên dawî yên Birêveberiya Kampa Holê, niha 25 hezar û 241 malbat û zarokên DAIŞiyan li kampê dijîn.
Ji wê hejmarê 6 hezar û 279 kes jê biyanî ne û ji malbatên çekdarên DAIŞiyan pêk tên.
Rêveberiya Xweser berê înîstiyatîva "vegera dilxwazî" ji bo niştecihên kampê ragihandibû.
Heya niha 30 karwanên koçberên Îraqî û sê karwanên koçberên Sûriyeyî vegeriyane cihên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse