Konseya Tenduristiyê ya Holendayê: Jiyana li nêzîkî çewlîgên bizinan xeter e

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Holenda Bizin Mexweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Tenduristiyê ya Holendayê ragihand ku jiyana li deverên nêzîkî çewlîgên bizinan ji bo tenduristiya mirovan rîskê çêdike.

Konseyê destnîşan kir ku rîska nexweşiyên bêhnstandinê li van deveran zêde ye û xwest ku tedbîr bên wergirtin.

Seroka Konseya Tenduristiyê ya Holendayê Karin Stronks, bandora çewlîgan a li ser tenduristiya xelkê nirxand û got:

"Çewlîgên bizinan patojenên curbicur ên wekî parazît, bakterî û vîrusan belavî atmosferê dikin.

Dema ev hemû digihîjin hev dibin sedema nexweşketina mirovan an jî zêdebûna îhtimala nexweşiyê."

Rîska zatureyê ji sedî 73 zêde dibe

Li Holendayê niha zêdetirî 600 hezar bizin tên xwedîkirin.

Li gorî daneyên Konseyê, rîska nexweşiya zatureyê (pnumanî) li kesên ku di navbera 500 metreyan de li nêzîkî çewlîgeke bizinan dijîn, ji sedî 73 zêdetir e.

Lêkolîneran di nimûneyên kuşpilên bizinan û hewaya derdora çewlîgan de 30 cureyên bakteriyan tesbît kirin.

Hat diyarkirin ku ev bakterî hem li cem xwediyên çewlîgan û hem jî li cem şêniyên derdorê dibin sedema enfeksiyonên giran ên pişikan.

Ajeldar: Bi rêziknameyan dikare were çareserkirin

Rêveberê çewlîgeke bizinan Jos Tolboom li ser mijarê axivî û got:

"Em bawer dikin ku bi sererastkirina mercên li qadên xwedîkirinê û anîna şertên nû, em dikarin vê pirsgirêkê bi hevkariya kesên karê ajeldariyê dikin çareser bikin."

Her çi qasî Konseya Tenduristiyê bêhna kuşpilên bizinan û emîsyonan wekî çavkaniya sereke ya nexweşiyan nîşan bide jî Wezîrê Çandiniyê yê Holendayê di vê qonaxê de girtina tedbîrên tund red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst