Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê Festîvala 5emîn a Hespên Resen ên Kurdî bi beşdariya 34 hespan hat lidarxistin.
Xwediyên hespan zêdetir ji parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Hemedanê beşdar bûn û hejmareke kêm ji wan jin bûn.
Yek ji armancên lidarxistina festîvalê parastina hespên resen ên Kurdî bû.
Hespên resen ên Kurdî bi serî, stû, çav, dûv û lingên xwe ji nijadên din cuda dibin û bi hêza xwe navdar in.
Di demên berê de ji bo karên dijwar û di şeran de hatine bikaranîn.
Hespê Kurdî yek ji hespên herî resen, xweragir û jêhatî ye.
Sê cureyên wê yên sereke hene ku wekî Caf, Efşarî û Sencawî tên naskirin.
Hespên Kurdî li Kurdistanê û gelek herêmên din ên cîhanê tên xwedîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse