Pirtûka marên Kurdistanê li Almanyayê hat çapkirin: ‘41 cure hene û 3 jê kujer in’

13-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mar Başûrê Kurdistanê Marên Herêma Kurdistana Îraqê Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûkeke zanistî ya li ser marên Kurdistanê li Almanyayê hat çapkirin û agahiyên balkêş ên li ser marên li deverên cuda yên Kurdistanê pêşkêş dike.

Yek ji nivîskarên pirtûkê diyar kir ku çend cureyên maran hene ku taybetî Kurdistanê ne û li ti deverên din ên cîhanê nînin, wekî mînaka “Marê Zebrayî yê Zagrosê”.

Di pirtûkê de hatiye eşkerekirin ku li Başûrê Kurdistanê 41 cureyên maran hene û tenê sê cure ji wan mirovan dikujin, ji wan sê cureyan jî tenê yek jê berbelav e.

Pirtûka bi navê “Marên Herêma Kurdistana Îraqê” ji aliyê 5 lêkoleran ve hatiye amadekirin ku 4 jê ji Silêmaniyê ne û yê din jî lêkolerekî Alman e.

Soran Hemeeliyê yek ji lêkoler û amadekarên pirtûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Pirtûk bi zimanên Îngilîzî û Kurdî li dezgeheke zanistî ya li Almanyayê hat çapkirin.”

Armanca çapkirina pirtûkê bi zimanê Îngilîzî û li Almanyayê, navneteweyîkirina pirtûkê û pêşkêşkirina zanyariyên zêdetir ji cîhanê re ye derbarê marên Kurdistanê.

Soran Hemeelî da zanîn ku ji bo amadekirina pirtûkê 2 sal wext ji wan re pêwîst bûye û ji ber girîngiya pirtûkê ew li Dezgeha Navneteweyî ya Xişokan (Chimaira) a li Almanyayê hatiye çapkirin.

“Armanca me parastina ewlehiya xelkê ye”

Soran Hemeelî derbarê armanca xwe anî ziman:

“Armanca me parastina ewlehiya xelkê, naskirina marên Kurdistanê û tekezkirina li ser girîngî û parastina wan e.”

Soran Hemeelî amaje bi wê yekê kir ku di pirtûkê de agahiyên hûr li ser hemû marên ku li Kurdistanê hene an jî tê pêşbînîkirin ku di paşerojê de bên dîtin hene ku hejmara wan digihêje 41 cureyan.

Her wiha behsa du cureyên marmarokên bêling jî dike ku gelek caran bi şaşî wekî mar tên naskirin.

Pirtûk ji çend beşan pêk tê: Dîroka lêkolînên li ser xişok û bejavan (herpetology) li Kurdistana Îraqê, cografya û cografyaya zîndiyan a Herêma Kurdistana Îraqê, Ji efsaneyan heta bi rastiyan: Mar di efsane, çand û rastiyan de, Şarezabûn û miameleya bi maran re (çawaniya xwe-parastin, lêgerîn, wênegirtin, lêkolînên li ser maran).

“Tenê cureyeke wan berbelav e”

Soran Hemeelî da zanîn ku di nav wan marên ku niha hatine tomarkirin de, tenê jehra sê cureyan dikuje ye û metirsî û anî ziman:

“Ji wan sê cureyan jî tenê cureyek berbelav e û li hemû deverên Kurdistanê metirsîdar e.”

Hemeelî zanyariyên zêdetir li ser marên Kurdistanê dan û got:

“Çend cureyên maran taybetî Zagrosê ne û li ti deverên din ên cîhanê nayên dîtin, wekî mînak Marê Zebrayî yê Zagrosê.”

Reçeleka maran, pirrengiya wan, awayê belavbûna wan, cureyên metirsîdar, metirsiyên li ser maran, navên wan ên Kurdî û Îngilîzî, awayê zêdebûn û cihê mayîna wan beşên din ên agahiyên di pirtûkê de ne.

Aşiq û Maşûq şer dikin, ne evîndariyê

Di nava Kurdan de behsa cureyekî maran tê kirin ku jê re dibêjin “Aşiq û Maşûq” û tê gotin ku heger yek jê were kuştin, yê din tolê hiltîne.

Soran Hemeelî dibêje, wan di pirtûkê de ev yek eşkere kiriye û da zanîn:

“Ew du marên ku li hev dialin û em jê re dibêjin Aşiq û Maşûq ti pêwendiya wan bi evînê re nîne û du marên nêr in ku di werza cotbûnê de li ser serdestî û deverparêziyê şer dikin.”

Ew 5 lêkolerên ku pirtûk amade kirine ev in: Danial Jablonski, Koriş Ararat, Soma Îsmaîl Mecîd, Saman Ebdulrehman Ehmed û Soran Hemeelî Ehmed.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst