Sûd û taybetmendiyên çayê

21-05-2025
RÛDAW
Nîşan Roja Cîhanî ya Çayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Roja Cîhanî ya Çayê ye û her cureyeke çayê jî sûdeke taybet a xwe heye, ji ber ku li gorî pêkhateyên wan, sûdên wan cuda dibin û gelek ji wan di hin xalan de hevpar in.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên cîhanî, ev çayên li xwarê xwedî sûdên taybet in:

Çaya kesk

- Antîoksîdan e ku li dijî penceşêrê şer dike

- Parastina tenduristiya dil, damarên xwînê û mêjî

- Başkirina metabolîzmayê

- Parastina çerm

Çaya beybûnê

- Kêmkirina stresê

- Başkirina xewê

- Kêmkirina îltihabê

- Kêmkirina êşa mîdeyê

Çaya reş a bêşekir

- Hişyariyê zêde dike

- Parastina tenduristiya dil, damarên xwînê û mêjî

- Çavkaniyeke baş a antîoksîdanê ye

Çaya darçînê

- Kêmkirina stresê

- Mêjî çalak dike

- Başkirina tenduristiya dev û diranan

Çaya Îranî

- Mêjî çalak dike

- Alîkariya hezimkirinê dike

- Başkirina perîyodê

Çaya lîmonê

- Alîkariya hezimkirinê dike

- Taybetmendiyên li dijî bakteriyan

- Kêmkirina stresê

- Başkirina xewê

Çaya metê

- Zêdekirina baldariyê

- Zêdekirina hêzê

- Dewlemend e bi antîoksîdan, vîtamîn û madenan

- Alîkariya zeîfbûnê dike

Çaya Îngilîzî

- Hişyarker e

- Dewlemend e bi antîoksîdanan

- Kêmkirina stresê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst