Hewlêr (Rûdaw) - Dema girekî ku dikeve bakurê Keleha Wanê dihat kolan şopa lingê jineke serdema Urartuyan hat derxistin.
Şopa ling di çarçoveya Projeya Pêşangehan a Muzeya Kurtedem a 100+2yê de cara ewil li Muzeya Wanê hat nîşandan.
Gir bi serokatiya Endamê Mamosteyê Beşa Dîrokê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Erkan Konyar 2018an hat kolan û şopa lingê jineke ji serdema Urartuyan hat derxistin.
Li gorî lêkolîna antropologan şopa ling ji sedsala 6 û 9emîn a beriya zayînê maye û nimreya ling 36 e.
Şopa ling dê heta 31ê Tebaxê bê nîşandan.
#WÊNE - Şopa lingê jineke serdema Urartuyan li Muzeya Wanê tê nîşandan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 28, 2025
🛑 Ev şopa pê li bakurê Keleha Wanê hatibû dîtin û cara yekem e tê nîşandan
📸AA pic.twitter.com/69g801gMsl
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse