Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Azad Cemmû Keşmîrê ya di bin kontrola Pakistanê de di pevçûnên di navbera xwenîşander û hêzên ewlehiyê de 9 kes hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Xwenîşander daxwaza guhertina destûrê dikin.
Li gorî nûçeya kanala Geo Newsê, xwenîşanderên ku di nav daxwazên wan de guhertina xalên destûrî yên têkildarî meclis û kabîneyê hene, ev çend roj in li bajarê Muzafferabadê xwenîşandanan li dar dixin.
Rayedarên herêmî diyar kir ku di dema xwenîşandanan de carinan di navbera hêzên ewlehiyê û xwenîşanderan de pevçûn derdikevin û ragihand bi giştî 9 kes hatine kuştin ku 3 ji wan polîs in.
Rayedaran her wiha da zanîn ku di protestoyan de nêzîkî 170 polîsan û 50 sivîlan jî birîndar bûne.
Rayedaran anî ziman ku piraniya daxwazên xwenîşanderan hatine bicihanîn û ji bo bidawîkirina protestoyan banga diyalogê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse