Îran: Em dê santralên xwe yên nukleer ji nû ve ava bikin

02-11-2025
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Îran Santralên Nukleer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku ew dê santralên nukleer ên ku bûne hedefa Amerîkayê ji nû ve û bi awayekî bihêztir ava bikin.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê (IRNA), Pizîşkiyan di dema ziyareta xwe ya li santralên nukleer ên welêt de daxuyanî da û got:

"Zanista nukleer di mejiyê zanayên me de ye. Têkbirina avahî û kargehan ne pirsgirêk e. Em dê ji nû ve û bi awayekî bihêztir ava bikin."

Pizîşkiyan anî ziman ku çalakiyên nukleer ên Îranê ji bo armancên aştiyane û sivîl in û got:

"Dijmin hewl didin wêneyekî wisa nîşan bidin ku em hewl didin bombeyê çêbikin lê li gorî fetwaya Rêber (Elî Xamineyî), em bikaranîna bombeya nukleer heram dibînin."

Êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê

Îsraîlê 13ê Hezîranê êrişî gelek bajarên Îranê, bi taybetî jî êrişî ser santralên nukleer û serkirdayetiya payebilind a artêşê kir.

Di wan êrişan de Serokerkanê Giştî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran, hinek fermandarên din ên payebilind û 9 zanayên atomê miribûn.

Amerîkayê jî 22yê Hezîranê êrişî santralên nukleer ên Îranê yên li Natanz, Fordo û Îsfahanê kiribû.

Îranê jî wekî bersivdayînê, 23yê Hezîranê êrişî Baregeha Asmanî ya El-Udeydê ya Amerîkayê ya li Qeterê kiribû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîranê ragihandibû ku di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest pêk hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst