Analîza rêkeftina HSD û hikûmeta Şamê

1 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan HSD Şam Rêkeftin Analîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkoler û akademîsyenê Rûs Nikolay Sukhov rêkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê analîz kir.

Nikolay Suhov, Mamosteyê Payebilind ê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn a Enstîtuya Aboriya Cîhanî û Pêwendiyên Navneteweyî ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê (IMEMO) û Profesorê Enstîtuya Rojhilata Klasîk û Serdema Kevnar a Dibistana Bilind a Aboriyê ya Zanîngeha Lêkolînan a Neteweyî ye.

Analîza wî ya li ser rêkeftina HSD û Şamê ev e:

Di rêkeftina 30ê Kanûna Paşîn de ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatiye weşandin, ev îfade cih digirin:

"Di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, di çarçoveya rêkeftineke berfireh de ku entegrasyona qonax bi qonax a pêkhateyên leşkerî û îdarî yên her du aliyan li xwe digire, li ser agirbestê lihevhatin çêbûye.

Rêkeftin van xalan li xwe digire:

• Vekişîna hêzên leşkerî ji xetên temasê

• Bicihkirina hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karên Navxwe li navendên bajarên Hisîça û Qamişloyê

• Destpêkirina pêvajoya entegrasyona hêzên ewlehiya navxwe yên li herêmê

• Avakirina tumeneke leşkerî ku ji sê tugayên (lîwa) HSDyê pêk tê

• Avakirina tugayeke cuda ji hêzên Kobaniyê yên ser bi Parêzgeha Helebê ve

Her wiha rêkeftin van xalan jî pêşbînî dike:

• Entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser a nav pêkhateya dewleta Sûriyeyê, parastina karmendên sivîl (di bin garantiyeke yasayî de)

• Sererastkirina mafên welatîbûn û perwerdeyê yên gelê Kurd

• Garantîkirina vegera kesên koçberbûyî ya li cihên wan ên niştecihbûnê

Armanca rêkeftinê ew e ku yekparçeyiya axa Sûriyeyê ji nû ve ava bike û bi bihêzkirina hevkariya navbera aliyên pêwendîdar, hewldanên jinûveavakirina welêt bike yek û li herêmê pêvajoyeke entegrasyonê ya tam bixe meriyetê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, 30ê Kanûna Paşîn"

Nêrîna Analîtîk:

1. Forma Yasayî: Teslîmbûn, bêyî ku peyva "teslîmbûnê" bê bikaranîn

Metn gelekî bi baldarî hatiye nivîsandin: Li ti cihî îfadeya "serîtewandin", "fesix" an "tasfiye" nehatiye bikaranîn. Li şûna wê serî li peyvên "entegrasyon", "pêşveçûna qonax bi qonax" û "hevkariyê" hatiye dayîn. Lê belê di naverokê de teqezî li ser entegrekirina HSDyê ya nav sîstema dewleta Sûriyeyê, ango pêkhateyên leşkerî, îdarî û ewlehiyê tê kirin. Ev form, mînakeke tîpîk a wan rêkeftinan e ku bi gelemperî aliyek serxwebûna xwe winda dike lê îtîbara xwe diparêze.

2. Aliyê Leşkerî: Li vir xala herî girîng, di nav sîstema leşkerî ya Sûriyeyê de avakirina tumeneke ku ji sê tugayên HSDyê pêk tê û avakirina tugayeke cuda ya Kobaniyê di nav tumena parêzgeha Helebê de ye.

Ev tê wateya parastina navika kadroyan a HSDyê; windakirina xweseriya operasyonel û siyasî û veguhastina pêkhateyên çekdar a nav hiyerarşiya Hêzên Çekdar ên Ereb ên Sûriyeyê. Ev bi esasê xwe senaryoya "daqurtandinê" ye.

3. Aliyê Ewlehiyê: Bicihkirina hêzên Wezareta Karên Navxwe li navendên Hesekê û Qamişloyê xaleke bingehîn e. Kontrola li ser polîs û ewlehiya navxwe, taybetiyeke sereke ya serweriya dewletê ye.

Ev tê wateya bidawîhatina rêveberiya xweser a bajaran, nehiştina pêkhateyên ewlehiyê yên paralel û vegera kontrola dewletê ya li ser jiyana rojane ya herêmê.

4. Aliyê Îdarî: Bidawîanîna xweseriyê ya bi rengê saziyekê

Forma "entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser a nav pêkhateyên dewletê", tê wateya tasfiyekirina xweseriyê wekî projeyeke siyasî, tevî ku hinek birêvebir û karmend li ser kar bimînin jî. Ev mekanîzmeyeke tîpîk e: personel dimînin; sazî ji holê radibe, biryar ji navendê tên dayîn.

5. Pirsgirêka Kurdan: Nebûna garantiyê

Divê bal bê kişandin ku ev xal, ne behsa xweseriya siyasî, federalîzm an statuya herêmê dike, behsa mafên sivîl û perwerdeyê dike. Ev sînorekî tawîzê yê bi zanebûn e, ango ji van tewîzan wêdetir neyê çûyîn û ev biryareke bingehîn e. Pirsgirêka Kurdan, ne wekî pirsgirêka dewletê an meseleyeke siyasî, wekî pirsgirêkeke civakî û çandî hatiye pênasekirin.

6. Vegera Koçberan: Ev xal, tenê ji daxuyaniyekê pêk tê ku ti mekanîzmeya li xwe nagire. Di metnê de ti dema diyarkirî, ti garantor û ti mekanîzmeya pêkanînê nîne. Ev sînyaleke girîng e û tê wê wateyê ku pêşiya Şamê ne jinûveavakirina mirovî ye, kontrol û entegrasyon e.

Encam

Ev rêkeftin:

• Tasfiyeya Rojavayê Kurdistanê wekî projeyeke nîv-dewletî fermî dike

• Jinûveentegrasyona Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin kontrola Şamê de fermî dike

• Hinek sivîlên Kurd û personelên leşkerî yên HSDyê wekî çavkaniya birêvebirî û leşkerî diparêze

• Piştrast dike ku di pirsgirêka Sûriyeyê de prensîba bingehîn ev e: Çavkaniyan û ewlehiyê kî kontrol bike, forma siyasî jî ew diyar dike

Bi kurtasî, dosyeya Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî jî rêkeftina 30ê Kanûna Paşîn a 2026an, di cewherê xwe de naveroka nêzîkatiya avakirina dewletê ya Şamê pêk tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst