Îran: Em bang dikin ku aloziya Hindistan û Pakistanê were kêmkirin

05-05-2025
Nîşan Hindistan Pakistan Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bang kir ku aloziya di navbera Pakistan û Hindistanê de were kêmkirin.

Eraqçî ji bo kêmkirina aloziya di navbera Pakistan û Hindistanê û gotûbêjkirina pêwendiyên dualî çû Îslamabada paytexta Pakistanê û li wir ji televîzyona dewletê ya Îranê re daxuyanî axivî.

Eraqçî da zanîn ku ew dê bi rayedarên payebilind ên Pakistanê re mijarên herêmî binirxîne û got:

"Em hewl didin ku hevkariya Îran û Pakistanê bînin ser rêyeke çêtir."

“Rê nedin ku rewş zêdetir aloztir bibe”

Eraqçî diyar kir ku rewşa herêmê ji bo Îranê girîng e û li pey çû:

"Em bang dikin ku aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê de were kêmkirin.

Em bang li hemû aliyan dikin ku aramiyê nîşan bidin û rê nedin ku rewş zêdetir aloztir bibe."

Eraqçî piştî Pakistanê dê here Hindistanê jî.

Dema dawiyê aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê gurtir bûye û îhtimala ku ew dest bi şerekî mezin bikin li rojevê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst