Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xwendina Bilind ê Sûriyeyê Dr. Merwan Helebî ji Rûdawê re ragihand ku ew piştgiriyê didin zanîngehên Rojavayê Kurdistanê.
Merwan Helebî eşkere kir ku yek ji wan sedeman ku zerereke mezin gihandiye pêvajoya perwerde û xwendina Sûriyeyê, koçkirina akademîsyenan e.
Helebî got, "Piraniya zankoyan herî kêm ji sedî 50yê akademîsyenên xwe ji dest daye."
Li Dohaya paytexta Qeterê 23yemîn Foruma Dohayê tê lidarxistin.
Pêşkeşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman li Foruma Dohayê bi Wezîrê Xwendina Bilind ê Sûriyeyê Dr. Merwan Helebî re axivî.
Dr. Merwan got, "Em ji bo ku zêdekirina şiyana perwerde û vegera kadroyên li derve karekî zêde dikin, ev jî bi rêya teşwîqkirin û bernameya bilez e.
Her wiha em hêsankariyê ji bo rêkarên yekksankirina bawernameyan û vegerê dikin."
Xizmetguzariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê
Wezîrê Xwendina Bilind ê Sûriyeyê li ser xizmetguzariyên wan ên ji bo Rojavayê Kurdistanê jî got, "Piştî vegera wê deverê ji bo hembêza Sûriyeyê, rewşa wan wekî beşên din ên Sûriyeyê ye."
Helebî di berdewamiyê jî de got, "Heta vê kêlîkê jî beşek ji fakulteyan li herêma Hisîça, Qamişlo û Reqayê hene û hemû piştevaniyê ji Wezareta Xwendina Bilind werdigirin."
Pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re
Dr. Merwan Helebî li ser pirsa pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re jî got,"Bi Herêma Kurdistanê re heta niha wekî Wezareta Xwendina Bilind bi awayekî fermî pêwendî nîne lê tiştek nîne ku di paşerojê de bibe asteng.
Deriyên me ji bo hemû kesî vekirî ne, vebûneke temam. Ti pirsgirêka me bi ti welatê cîran re nîne.
Em hêvîdar in ku di demek nêzîk de pêwendî hebin. Em vekirî ne û ti pirsgirêka me bi her kesê ku dixwaze pêwendiyê bi Sûriyeyê durist bike re nîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse