Stenbolê (Rûdaw) - Ji 13 welatên cihê şandeke berfireh ku di nava wan de bolyoz û nûnerên wan welatan hebûn li Stenbolê ligel opozisyona Sûrî civîneke taybet encam dan.
Civîna ku hemû rêveberiya opozisyona Sûrî jî amade bû zêdeyî du seatan berdewam kir û bi taybetî li ser rewşa Îdlibê guftigo hatin kirin. Hêjayî gotinê ye ku ew civîn piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk hat ku wî gotibû ger navçeya aram bi daxwaza wan nebe ew dê deriyan vekin da penaber berê xwe bidin Ewropa.
Koçber û penaberên Sûrî berdewam in da ku di navbera dewletan de bibin kertikeke dîplomasiyê. Herî dawîn Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan di gotareke xwe de got: “Eger li Bakurê Sûriye navçeyeke aram neyê avakirin em dê neçar bimînin ku em deriyan vekin.”
Mebesta Erdogan ew e ku penaber li Ewropa û cîhanê belav bibin. Piştî vê daxuyaniyê şandeke ku bolyoz û nûnerên 13 welatan tê de cî digirtin li Stenbolê bi Opozsyona Sûrî re rûniştin û civîneke taybet encam dan.
Derbarê civînê de Nûnerê Opozisyona Sûrî Yehya Mektebî got: “Behsa çar mijarên sereke hate kirin, weke rewşa Idlib û êrîşên ku Rûsya û rêjîm û milîsê Iranî li dijî xelkê sivîl pêk tînin, ku nexweşxane û avahî û dibistanan têk dibin. Herwiha behsa rewşa hikûmeta demekî jî hate kirin, bi taybet piştî rasptartina Ebdulrehman Mistefa weke serokê wê, me daxwaza piştevaniya ji dostên xwe kir, ji bo ku hikûmeta demkî karibe xizmeta xelkê me yên li hindir bike.
Doseya sêyem, me behsa rewşa rojhilatê Firatê kir, me pêşwaziya her lihevtêgihiştinekê di navbera Tirkiyê û Amerîka de kir, ku ev lihevtêgihiştina berjenwendiya sûryan li wê navçeyê di ber çavan re derbas bike, ya çarem jî me behsa guhertinên proseya siyasî bi rêya desteya danûstandinê kir."
Di wê civînê de ku li baregeha Opozisyona Sûrî birêve çû, ji Amerîka, Kenada, Almenya, Swêd, Hollanda, Belçîka, Îspanya, Fransa, Japon, Danîmark, Îtalya û New Zelandê nûnerên taybet û ji hin welatan jî bolyoz amade bûn. Her çiqasî tu daxuyanî nehatin ragihandin jî, li gor agahiyan di civînê de mijara sereke rewşa Îdlibê bû. Nûnerên opozisyonê diyar dikin ku li ser gotinên Erdogan ti gotûbêj û nîqaş nehatine kirin, lê qebûl dikin ku mijara koçberan jî bi taybetî hatiye nirxandin.
Nûnerê Opozisyona Sûrî Ahmad Ramadan jî dibêje: “Nameyeke zelal ji şandên welatên beşdar re hebû, ku nabe rewşa Idlibê wiha berdewam be, bi taybet Rûsya tûnd kiriye û topbaran heye û milyonek û 500 hezar kes koçber bûne û bi hezaran xwendekar jî bê xwendin mane û derdora 40 nexweşxane hatine têkbirin û 350 dibistan jî ji kar ketine. Me daxwaz destêwerdana civaka navdewletî kir."
Şanda ku seredana opozisyonê kir bi navê ‘Dostên Sûriye’ hate binavkirin. Di civînê tu nûner yan jî dîplomatên tirk cîh negirt. Li gor ku nûnerên opozisyonê dibêjin di rojên pêş de wê civînên mezintir bi vî rengî encam bidin. Li aliyê din cîgirê Serokomarê Tirkiye Fûad Oktay jî gotinên Erodgan dupat kirin. Oktay dibêje tişta ku em dibêjin henek nîn e ger Emerîka û Ewropa berpirsiyariyên xwe bi cî nîn e wê penaber bibin pirsgirêka hemû cîhanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse