Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Hûsiyên Yemenê ragihand ku wan bajarê Eylatê yê li başûrê Îsraîlê bi mûşekên balîstîk kiriye armanc.
Berdevkê Serbazî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê tora civakî da diyar kir ku biryara astengkirina keştiyên Îsraîlê yên di Deryaya Sor re di çarçoveya piştgiriya gelê mezlûm ê Filistînê de ye.
Berdevkê Serbazî yê Hûsiyan Yehya Serî diyar kir ku bajarê Eylatê yê li başûrê Îsraîlê bû armanca êrişên leşkerî yên bi mûşekên balîstîk û êrişên wan ên li dijî Îsraîlê dê berdewam bikin.
Di daxuyaniya doh a artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin ku pergala parastina bi bandor a Îsraîlê ya li dijî mûşekên balîstîk ji bo astengkirina wan hatiye bikaranîn.
Artêşa Îsraîlê: Mûşek berî ku bikevin qada hewayî ya Îsraîlê hatin pûçkirin
Hat ragihandin ku piştî êrişa mûşekî ya li bajarê Eylatê yê li başûrê Îsraîlê sîrenên hişyariyê hatin çalakkirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku sîstema parastina esmanî ya dûravêj a Îsraîlê roja çarşemê mûşekeke balîstîk a ku ji aliyê Hûsiyên bi piştevaniya Îranê xist.
Footage shows the Arrow air defense missile launch earlier over Eilat, taking out a ballistic missile fired by Yemen's Houthis. pic.twitter.com/RFqgoelOQQ
— Emanuel (Mannie) Fabian (@manniefabian) December 6, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse