Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekgirtî ragihand gereke danûstandinan li Cinevê di navbera herdû aliyên nakok de li Lîbyayê birêve çû bê ku herdû alî bigihin rêkeftinekê derbarê rawestandina şer û amaje bi wê yekê da, ku daxwaz ji herdû aliyan kiriye ku careke din di 18 vê mehê de bicivin.
Di demekê de ku Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê navbijêniya herdu lijneyên serbazî yên Lîbyayê taybet bi cîbicîgirtina ragirtina şerê navbera hêzên ser bi hikûmeta îtîrafpêkirî ya Lîbyayê û artêşa niştimanî ya wî welatî dike, îro paytexta Misrê bajarê Qahîre wek birayekî mezin pêşwaziyê li du şandên herdu aliyên Lîbyayê dike, şanda ser bi Xelîfe Hefter û şanda ser bi Fayez Serac.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Lîbyayê Gessan Selame bi giştî ji destkeftan razî ye.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Lîbyayê Gesan Selame dibêje: “Pêşveçûn di çend mijarên girîng de hatine tomarkirin û bi baweriya min çendîn xalên hevbeş di navbera herdu aliyan de hene. Li vê derê pirsyar ew e, gelo em kêfxweş in bi wêya me bidest xistiye? Bêguman belê, gelo ev daxwaza me ya dawî ye? Bêguman na, lewra em hê kar dikin bo baştirkirina reşnivîsa rêkeftinan bo kêmkirina cudahiyên kêm ku hê jî di navbera herdu şandan de hene."
Tê çaverêkirin di civînên Misrê de alî hewl bidin bigihin agirbesteke berdewam daku piştre dest bi gotûbêjên aborî û siyasî yên navbera herdu aliyan bê kirin. Lê şer û pevçûn berdewam in û artêşa Xelîfe Hefter zêdeyî ji sedî 95ê axa Lîbyayê kontrol kiriye, hindik maye bigihe başûrê Trablusê û tevahiya paytext bixe bin kontrola xwe, ew jî gotûbêjên aştiyê dixe bin siya firoke û bombeyan.
Şirovekarê Siyasî Ebdulbasit Hamîl jî got: “Niha gotûbêj hene ku tên kirin, lê sernekeftine, di hemû warên siyasî, aborî û leşkerî de jî. Ji ber bingehê pirsgirêkê çareser nakin ku milîşiyayên çekdar in, divê mekanîzmayek hebe bo hilweşandina wan û mekanîzmayek bo komkirina çekan û pêwîst e grûpên terorîst jî ku li Trablusê ne û hikûmet înkar dike ew grûpên berevaniyê lê dikin wek terorîst bên naskirin."
Alîgirên Hefter ji 18ê meha Çile ya îsal ve Bendera Ziwêtîne taybet bi hinardekirina petrolê girtine û heta niha zêdeyî milyarek dolarên Amerîkî zerar gihandiye aboriya Lîbyayê ku pişta xwe bi petrolê girê dide, ji wê rojê ve civaka navdewletî hewl dide serokhozên ser bi Xelîfe Hefter razî bike daku bederê vekin lê heta niha serkeftin bidest nexistiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse