Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê 12 leşker hatin kuştin

12-10-2025
Nîşan Efxanistan Pakistanê Şer Leşker Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li parêzgeha Paktiyayê ya Efxanistanê ya li ser sînorê Pakistanê, di navbera hêzên sînorî yên her du welatan de şer derketiye.

Li gorî agahiyan, di şer de 12 leşkerên Pakistanê hatine kuştin.

Li gorî nûçeya Tolo Newsê ya navenda wê li Kabulê ye, li gelek deverên cuda yên Paktiyayê yên nêzîkî Xeta Durandê di navbera hêzên sînorî yên Efxanistan û Pakistanê de şer derketiye.

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandiye ku hêzên Efxanistanê êrişî baregehên Pakistanê yên li nêzîkî Xeta Durandê kiriye ku wekî sînorê her du welatan tê qebûlkirin û ev êriş bersivdayîna operasyonên asmanî yên Pakistanê ye.

Çavkaniyan ragihand ku di şer de 12 leşkerên Pakistanê hatine kuştin.

Xelkê herêmê jî diyar kir ku sivîl ji ber şerê li herêma Dand-e Patanê neçar mane malên xwe biterikînin.

Li gorî nûçeya rojnameya Dawnê ya ku navenda wê li Îslamabadê ye, berpirsên ewlehiyê yên Pakistanê ragihandiye ku artêşa Pakistanê "demildest û bi awayekî tund" bersiv daye û gelek baregehên Efxanistanê û çeperên çekdaran ziyaneke mezin dîtiye.

Berpirsan her wiha daye zanîn ku artêşa Pakistanê bi top, tank, çekên sivik û giran bersiv daye û di operasyonan de dron jî hatine bikaranîn.

Aloziya Efxanistan-Pakistanê

Hatibû ragihandin ku 9ê Çiriya Pêşîn li Kabula paytexta Efxanistanê dengê teqînê hatibû bihîstin.

Hatibû îdiakirin ku balafirên şer ên Pakistanê li herêma Marghayê ya parêzgeha Paktiyayê êrişeke asmanî pêk aniye.

Pişt re hikûmeta Efxanistanê ji ber teqînên li Margha û Kabula paytext Pakistan tawanbar kiribû.

Pakistanê derbarê angaşta êrişa asmanî ti daxuyanî nedabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst