Hikûmeta Îranê budceyê ji bo nûjenkirina dibistanan terxan nake

13-02-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Wezareta Perwerdeya Îranê, %19.5 dibistanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kevin in û pêwîste bihên nûjenkirin, lê budceya pêwîst ji bo nûjenkirina wan nîne.

Li Îranê, avahiyên dibistanên li 10 parêzgehan di rewşeke pir xirab de ne û ji wan 10 parêzgehên ku xirabtirîn dibistan lê hene, 3 ji wan ên Rojhilatê Kurdistanê ne, Urmiye, Loristan û Îlam. Bi awayekê ku %39ê dibistanên parêzgeha Urmiyê kevin in û pêwîste bihêne nûjenkirin.

Li parêzgeha Urmiyê 5 hezar û 506 dibsitan hene ku 582 hezar û 330 xwandekar di wan dibistanan de dixwînin, lê %39 wan dibistanan kevin in û di rewşeke xirab de ne ku pêwîst e bêne nûjenkirin,

Cîgirê Parêzgarê Urmiyê dibêje, 399 dibistanên wê parêzgehê di nav kabîneyan de ne.

Li parêzgeha Loristanê jî 532 dibistanan kêşeya nebûna alav û keresteyan hene. Li wê parêzgehê 5 hezar û 404 dibistan hene ku 409 hezar û 280 xwandekar lê dixwînin, lê %30 dibistanên wê parêzgehê bi kêr nayên.

Dibistana li gundê Çolke yê ser bi qezaya Elîgoderzê ve mînaka rewşa dibistanên li parêzgeha Loristanê ye. Welatiyekî ji gundê Çolke dibêje, “Ev der gundê Çolke yê ser bi qezaya Elîgoderzê ve ye. Ev der beşek e ji Îranê, Efxanistan nîne. Ligel min werin hundir, bixwe li vê polê temaşe bikin.”

Li Kirmaşnê 4 hezar û 466 dibistan hene û 392 hezar û 449 xwandekar lê dixwînin, lê %12.5 ji dibistanên wê parêzgehên kevin in an di rewşeke xirab de ne.

Herwiha li parêzgeha Sineyê jî 3 hezar û 868 dibistan hene ku 304 hezar û 305 xwendekar têde dixwînin, %30 ji dibsitanên wê parêzgehê jî di rewşeke xirab de ne û pêwîstiya wan bi nûjenkirinê heye.

Li parêzgeha Îlamê jî dibistanên piraniya gundan kêşeya kereste û alavan hene. %30 ya dibistanên wê parêzgehê pêwîstî bi nûjenkirinê hene. Li wê parêzgehê jî 1 hezar û 670 dibsitan hene û 129 hezar û 349 xwendekar lê dixwînin.

Li Rojhilatê Kurdistanê encûmenên xêrxwazî yên çalak hene û %40  karûbarên nûjenkirina dibistanan ji aliyê xêrxwazan ve tên kirin.

Li parêzgeha Sine, di nava 20 salan de, encûmenên xêrxwazî 550 dibistan ava kirine.

Serdar Xendanî, xêrxwazekî Kurd ji qezaya Bane ya ser bi parêzgeha Sineyê ve dibêje, hejmara dibistanên kevin û bê standard gelek ji wê amarê zêdetir e ku Wezareta Perwrdeya Îranê ragihandiye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst