Sûdanî ji Dohayê peyam da: Polîtîkayên Îsraîlê aramiyê têk didin

15-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Qeter Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro li Lûtkeya Awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî ya li Dohayê, êrişên ku aramiya herêmê dikin hedef şermezar kirin.

Sûdanî got ku polîtîkayên berdewam ên Îsraîlê dê nearamiyê li herêmê zêdetir bikin.

Sûdanî di axaftina xwe ya li lûtkeyê de, piştgiriya xwe ya tam ji bo xelkê Filistînê û hemû xelkên ku li Libnan, Sûriye, Yemen û Îranê rastî êrişan tên, anî ziman.

"Êrişa li ser Qeterê pêşhateke metirsîdar e"

Sûdanî amaje bi bombebarankirina avahiyekê li Dohayê ya 9ê Îlona 2025an ji aliyê artêşa Îsraîlê ve kir û got:

"Êrişa li Qeterê rûdaneke metirsîdar e û yasayên navneteweyî binpê dike."

Sûdanî tekez kir ku ev êriş gefê li hewlên navbeynkariyê yên Qeterê yên di warê dîplomasiyê de û li hewldanên kêmkirina aloziyan li herêmê dixwe.

Sûdanî bangî saziyên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û welatên bihêz kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin,

Sûdanî her wiha bi gotina, "Ewlehî û aramiya her welatekî Ereb an Îslamî, parçeyekî jêneveqetandî yê ewlehiya kolektîf e," bal kişand ser girîngiya helwesta hevbeş.

Sûdanî nexşerêyeke berfireh ji bo Xezeyê pêşniyar kir

Serokwezîrê Îraqê xwest ku li Xezeyê di bin çavdêriya navneteweyî de nexşerêyeke berfireh a agirbestê were avakirin.

Sûdanî pêşniyar kir ku piştî vê agirbestê, Xeze bi birêvebireyeke hevpar a Neteweyên Yekbûyî û welatên Ereban ji nû ve were avakirin.

"Divê helwesteke me ya hevbeş hebe"

Sûdanî xwest ku ji bo şermezarkirina êrişa li ser Qeterê, ji aliyê Hevkariya Erebî-Îslamî ve helwesteke yekgirtî were nîşandan.

Wî her wiha xwest ku ji bo êrişkar berpirsyariyê bigire ser xwe û hesabdayîna navneteweyî pêk were, gav bên avêtin.

Sûdanî bang kir ku ji bo têkoşîna li hemberî zehmetiyên ku gelên herêmê rûbirûyê wan dibin, tifaqeke Îslamî ya berfireh were avakirin.

Sûdanî her wiha tekez kir ku divê rê li ber guhertina sînorên navneteweyî ya bi zorê ji aliyê Îsraîlê ve were girtin û diyar kir ku ev rewş dê li herêmê bibe sedema nearamiyeke zêdetir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst