Trump ji Îsraîlê re got: Divê hûn gelekî baldar bin

15-09-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Qeter Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump pesnê Qeterê da û wek "hevalbendeke mezin" bi nav kir, di heman demê de ji Îsraîlê kir xwest ku "gelekî baldar be" ka dê di paşerojê de çawa miameleyê bi Qeterê re bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku Qeter hevalbendeke dîrokî û girîng a Amerîkayê bûye.

Ev gotinên Trump wekî bersivekê ji bo pirseke derbarê êrişên hefteya borî yên Îsraîlê yên li Qeterê hat.

Dema jê hat pirsîn ka peyama wî ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re piştî wê êrişê çi ye, Trump got, "Divê Îsraîl gelekî baldar be."

Wî her wiha got, "Divê tiştekî derbarê Hemasê de bikin lê Qeter hevalbendeke mezin a Amerîkayê bûye. Gelek kes vê yekê nizanin."

Serokê Amerîkayê, Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed El Sanî wekî "kesekî bêkêmasî" bi nav kir û got:

“Pêdiviya Mîrê Qeterê bi başkirina pêwendiyên xwe yên giştî heye. Nabe xelk bi xerabî behsa Qeterê bikin, ji ber ku ew hevalbendeke gelekî mezin bûne."

Hewlên dîplomatîk û dan û standinên li ser Xezeyê

Li gorî medyaya Îsraîlê, îdareya Trump hewl dide li Washingtonê mazûvaniya berpirsên Qeter û Îsraîlê bike da ku pêwendiyên wan asayî bikin û xuleke nû ya gotûbêjan di navbera berpirsên Îsraîlî û Qeterî de dest pê bikin, bi armanca gihîştina rêkeftinekê ji bo azadkirina barimteyan û agirbestê li Xezeyê.

Destpêka vê hefteyê Serokwezîrê Qeterê çû Washingtonê û li wir li gel çendîn berpirsên payebilind ên Amerîkayê civiya.

 Di wan civînan de, serkirdatiya Amerîkayê tekezî li ser "dîtina rêyeke durist" kiriye ji bo destpêkirina dan û standinan û gihîştina peymanekê li ser şerê Xezeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst