Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan gotiye ku qonaxa yekem qediya û ew derbasî qona duyem bûne.
Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar ji Îlke TVyê re hûrgiliyên hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re eşkere kirin.
Mîthat Sancar diyar kir ku hevdîtina bi Ocalan re nêzîkî 3 saetan ajotiye.
Sancar ragihand ku Ocalan gotiye, "Qonaxa yekem qediya. Ev hevdîtin civîna destpêka entegrasyonê ye."
Li gorî agahiyên ku Sancar dane, Abdullah Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye:
"Ev civîn têketina entegrasyona demokratîk e.
Qonaxa yekem bi dawî bû. Qonaxa yekem bi biryara bidawîkirina hebûna rêxistinî û têkoşîna çekdarî ve girêdayî bû.
Esasê qonaxa yekem fesihkirina PKKyê û danîna çekan bû. Ev biryareke stratejîk e."
“Em derbasî qonaxa duyem bûne”
Sancar destnîşan kir ku Ocalan ev biryar wekî "biryareke stratejîk" bi nav kiriye û gotiye:
"Me di qonaxa yekem de ji bo vê yekê gavên girîng avêtin.
Em derbasî qonaxa duyemîn bûne û em dê li ser aliyê entegrasyonê ku mijara herî girîng a vê qonaxa duyemîn e nîqaş bikin."
Pêşniyara "entegrasyona demokratîk" ji bo Sûriyeyê
Mîthat Sancar diyar kir ku di hevdîtinê de rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hatine nîqaşkirin.
Sancar bi bîr anî ku Ocalan pêşniyara "entegrasyona demokratîk" ji bo Sûriyeyê jî kiriye.
Li gorî gotina Sancar, Ocalan diyar kiriye ku divê teqez şer were rawestandin û pirsgirêk bi rêya dan û standinan werin çareserkirin.
Ocalan hişyarî daye ku eger şer ber bi rojhilatê Feratê ve biçe, dê bibe sedema bêîstîqrariyeke ku bi salan bidome.
Rola Serok Barzanî û Bafel Talebanî
Sancar ragihand ku piştî 6ê Kanûna Paşîn fikarên cidî derketin holê û aktorên curbicur di vegerandina dan û standinan de rol lîstine.
Sancar got, "Di nav van aktoran de Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî jî hebûn."
Mîthat Sancar destnîşan kir ku Ocalan bi hewldanan pêvajo ji "serê kendalê" vegerandiye ser maseyê.
Beşdariya HSDyê
Sancar bal kişand ser têkiliyên navneteweyî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û got:
"Vegera ser maseyê dikar e wekî yek ji nîşanên pêşîn ên beşdarbûna Kurd û HSDyê wekî aktorekî hevpar di paşeroja Sûriyeyê de were şîrovekirin."
“Divê derfet bên afirandin”
Mîthat Sancar herî dawî bal kişand ser şert û mercên Ocalan û peyama wî wiha ragihand:
"Ocalan got, 'Di vê mijarê de çi bikeve ser milê min ez dê bikim. Hêza min a teorîk û pratîkî heye.
Lê ji bo ez vê hêzê bixim pratîkê divê derfet bên afirandin.
Ne ji bo min, ji bo pêvajoyê, ji bo çareseriyê, ji bo ku em mîmariya qonaxa duyemîn biafirînin û bi pêş ve bibin, pêwîst e.'"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse