Trump: Vegera min a ji G7ê ne ji bo agirbesta Îran û Îsraîlê ye

17-06-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Emmanuel Macron Şerê Îran û Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku vegera wî ya pêşwext a ji Lûtkeya G7ê li Kanadayê û vegera wî ya ji bo Washingtonê ti têkiliya wê bi agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de nîne."

Donald Trump her wiha da zanîn ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron şaşî kiriye ku gotiye, Trump ji bo xebata li ser agirbestê vedigere Washingtonê.

Trump di tora civakî Truth Social de got? "Serok Emmanuel Macronê Fransayê ku ji xweferzkirinê hez dike, bi şaşî gotiye goya ez Lûtkeya G7ê li Kanadayê bi cih hiştiye da ku vegerim Washingtonê û kar li ser agirbestekê di navbera Îsraîl û Îranê de bikim. Wisa nîne!"

Serokê Amerîkayê zêdetir êrişî Macron û got, "Ew bi ti awayî nizane çima ez vedigerim Washingtonê lê ti guman nîne ku têkiliya wê bi agirbestê re nîne.

Mijar ji wê mezintir e. Bi qesd an bê qesd, Emmanuel her tim şaşiyê dike."

Serokê Amerîkayê xwest ku çavdêriya daxuyaniyên wî yên paşerojê bên kirin.

Şerê Îran û Îsraîlê bi hemû gurbûna xwe didome û her du alî gefan li hev dixwin.

“Min ev got û hey got!”

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya ji G7ê vegere Amerîkayê bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê postek belav kir û got:

“Divabû Îranê peymana ku min ji wan re digot îmze bikira. Çi şerm e û hederkirina jiyana mirovan e.

Bi zelalî hat gotin, NABE KU ÇEKÊN NUKLEER ÊN ÎRANÊ HEBIN. Min ev got û hey got!

Divê her kes bi lezgînî Tehranê vala bike!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst