Îsraîl: Me nîvê mekanîzmayên firandina mûşekên balîstîk ên Îranê îmha kirin

17-06-2025
RÛDAW
Nîşan Mekanîzmaya Firandina Mûşekan Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan nîvê mekanîzmayên firandina mûşekên balîstîk ên Îranê îmha kirin.

Li gor nûçeya Radyoya Artêşa Îsraîlê, di êrişên li Îranê de mekanîzmayên firandina mûşekên balîstîk bûn hedef.

Hat îdiakirin ku di êrişên Îsraîlê kirin de nîvê mekanîzmayên firandina mûşekên balîstîk ên Îranê hatin îmhakirin.

Îsraîlê 13ê Hezîranê êrişî tesîsên nukleerê yên li bajarên cuda yên Îranê kir û leşkerên payebilind ên artêşê jî kirin hedef.

Sererkanê Îranê, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê, hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerê di êrîşan de hatin kuştin.

Artêşa Îranê bi mûşekên balîstîk bersiv da Îsraîlê û hat ragihandku ku di bersivdayînê de 24 kes hatin kuştin, ji 500î zêdetir kes birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst