Hakan Fîdan: Em amade ne ji bo aramiya Sûriyeyê bibin alîkar

18-07-2025
Nîşan Tirkiye Sûriye Siwêda Durzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di pêwendiyeke telefonî de li gel hevtayê xwe yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî axivî.

Hakan Fîdan ji Şeybahî re ragihand ku Tirkiye rûdanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne û amade ye ji bo pêkanîna aramiyê alîkariyê bike.

Çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku Fîdan û Şeybanî îro bi telefonê axivîne û di pêwendiyê de rewşa li başûrê Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.

Fîdan gotiye ku "Tirkiye geşedanan ji nêz ve dişopîne û dixwaze di dema herî de aramî pêk were û amade ne di vî warî de alîkariyê bikin."

Fîdan her wiha piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo “yekparçeyiya ax, yekîtî û serweriya Sûriyeyê” aniye zimên.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê midaxeleya Îsraîlê yê bûyeran bi rengê "nayê qebûlkirin" bi nav kir û destnîşan kir ku divê hikûmeta Netanyahu dawiyê li kiryarên xwe bîne ku gefê li aramiya herêmê û paşeroja gelê Sûriyeyê dixwin.

Şerê li Siwêdayê

Şerê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Durziyan yê li parêzgeha Siwêydayê ji 13ê Tîrmehê ve dest pê kiriye û ji her du aliyan zêdeyî 300 kesî hatine kuştin.

Hêzên Şamê piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê ji Siwêdayê vekişiyan lê îro careke din vegeriyan bajêr.

Şerê di navbera eşîrên Ereban û Durziyan de îro jî gur bû û gelek dîmenên şer tên.

"Hinek ji wan DAIŞî ne"

Sekreterê Giştî yê Kongreya Siwêdayê Suqrat Nofel ji Rûdawê re ragihand, “Dibêjin em eşîret in lê hinek ji wan DAIŞî ne. Êrişî malan dikin, jin û zarokan direvînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst