Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Îsraîlê piştî 8 salan bo cara yekem peywendiyeke telefonî pêk anîn û Serokwezîrê Îsraîlê, ji ber berdana herdu welatiyên Îsraîlî spasiya Erdogan kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett roja 18/11/2021, peywendiyeke telefonî pêk anîn.
Li hejmara fermî ya Twittera Serokwezîrê Îsraîlê hat belavkirin ku Naftali Bennett di wê peywendiya telefonî de ji ber berdana hevjînên Îsraîlî Natali û Mordi Oknin ku li Tirkiyê hatibûn girtin, spasiyên xwe pêşkêşî Erdogan kirin.
Herwiah hat gotin ku Bennett, jibilî spasiyên xwe, kêfxweşiya xwe li ser hebûna xetên peywendiyên berhemdar ên di navbera herdu welatan de derbirî.
Piştî sala 2013an ev yekem peywendî ye ku di navbera Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Îsraîlê de pêk tê.
PM Bennett spoke with Turkish President @RTErdogan & thanked him for his personal involvement in returning Natali & Mordi Oknin to Israel.
— Prime Minister of Israel (@IsraeliPM) November 18, 2021
PM Bennett expressed his appreciation and commended the lines of communication between the countries, which were efficient & discreet.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li gel Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog jî peywendiyeke telefonî pêk anîbû.
Ragihandina Serokkomariya li ser naveroka wê hevdîtinê eşkere kiribû, “Serokomarê Tirkiyê di hevdîtinê de bo aramî û ewlekariya Rojhilata Navîn girîngiya peywendiyê Tirkiyê û Îsraîl aniye ziman û diyar kiriye ku hem di peywendiyên dualî hem jî di mijarên navçeyê de eger bi feraseteke dualî bê tevgerandin dê cûdahiya nêrînan jî kêm bibin. Erdogan amaje bi wê yekê daku hewce ye li navçeyê çanda pêkvejiyanê, aştî û xweşbîniyê bê avakirin û bo vê yekê jî divê peywendiyên Îsraîl û Filîstînê bên pêşxistin û proseya aştiyê ji nû ve careke din bên destpêkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse