Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ew dikarin şert û mercan ji xelkê Îranê re ava bikin lê serîhildan erkê gelê Îranê ye.
Serokwezîrê Îsraîlê li ser şerê Îran û Îsraîlê bersiva da pirsên rojnamegeran.
Netanyahu amaje bi wê yekê jî kir ku mimkine Îsraîl şert û mercan biafirîne da ku xelkê Îranê serî hilde.
Serokwezîrê Îsraîlê got, "Xelk ji min dipirsin, gelo armanca me rûxandina rejîmê ye. Ew (rûxandina rejîmê) dibe ku encamek be lê ew erka gelê Îranê ye ku ji bo azadiya xwe serî hildin.
Azadî ti caran ne erzan e û ti caran ne belaş e. Pêwîst e gelê bindest serî hilde û ev jî li ser milê wan e."
Ev peyama Netanyahu wekî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar e.
Gideon Saar ragihand ku guhertina rejîmê li Îranê dikare bibe encamek lê ne armanca serekî ya êrişên Îsraîlê ye.
Şerê Îran û Îsraîlê ji 13ê Hezîranê ve berdewam dike.
Piştî ku Îsraîlê êrişî çend navendên leşkerî û atomî yên Îranê kir, Tehranê jî bi dehan mûşekan bersiv da.
Êrişa mûşekî yên Îranê zereke mezin gihand Nexweşxaneya Soroka ya li bajarê Beerşeba yê başûrê Îsraîlê û bû sedema birîndarbûna herî 70 kesî.
Îran eşkere kir ku armanca wê baregeheke leşkerî ya nêzîkî nexweşxaneyê bû ne nexweşxane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse