Huckabee xwest Îsraîl hemû herêmê kontrol bike, gelek welatan bertek nîşan da

1 demjimêr berê
Nîşan Mike Huckabee Îsraîla Mezin Bertek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îraq, Kuweyt, Uman, Misir, Erebistana Siûdî, Filistîn, Komkara Ereban û Rêxistina Hevkariya Îslamî daxuyaniyên Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee şermezar kirin.

Balyozê Amerîkayê gotibû, dibe ku kontrolkirina hemû Rojhilata Navîn a ji aliyê Îsraîlê ve "tiştekî qebûlbar" be.

Berteka Îraqê

Wezareta Karên Derve ya Îraqê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, "Em daxuyaniyên Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê bi tundî şermezar dikin û bi mixabîniyeke mezin pêşwazî dikin."

Hat diyarkirin ku ev daxuyanî tundreviyeke xeternak e û li dijî prensîbên hiqûqa navneteweyî ye.

Her wiha hat destnîşankirin ku ev daxuyanî serwerî, serxwebûn û yekparçeyiya axa dewletan bin pê dike.

Wezaretê da zanîn ku ev yek dê encamên neyînî li ser ewlehî û aramiya herêmê çêbike.

Kuweyt: Ev daxuyaniyeke bêberpirsyarî ye

Kuweytê jî daxuyaniyên Balyoz Huckabee wekî "bêberpirsyarî" nirxandin û ew bi tundî şermezar kirin.

Wezareta Karên Derve ya Kuweytê bi daxuyaniyeke nivîskî ew gotin red kirin.

Wezaretê diyar kir ku gotinên Huckabee binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ne.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo mafê çarenivîsa gelê Filistînê bidomînin.

Kuweytê teqez kir ku ew piştgiriyê didin avakirina Dewleta Filistînê ya serbixwe ku paytexta wê Qudisa Rojhilat be û li ser sînorên 1967an bê avakirin.

Uman: Hêviyên aştiyê qels dike

Wezareta Karên Derve ya Umanê jî bertek nîşanî daxuyaniyên Mike Huckabee da.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat diyarkirin ku ev gotin hiqûqa navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî bin pê dikin.

Umanê ragihand ku daxuyaniyên bi vî rengî hêviyên aştiyê qels dikin û gefê li ewlehî û aramiya herêmê dixwin.

Hat diyarkirin ku Uman bi zimanekî tund van cure daxuyaniyan red dike.

Erebistana Siûdî

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bangî Amerîkayê kir ku li hemberî gotinên Balyoz Mike Huckabee "helwesteke zelal" nîşan bide.

Wezaretê daxuyaniyên Huckabee wekî "xeternak û gefa li ser aştiya cîhanê" pênase kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev gotinên bêberpirsiyarî hiqûqa navneteweyî, Peymana Neteweyên Yekbûyî û rêgezên dîplomatîk bi awayekî eşkere bin pê dikin.

Her wiha hat gotin ku derketina van gotinan ji devê rayedarekî Amerîkî mînakeke xeternak e û wan ev daxuyanî bi tundî red kir.

Komkara Ereban: Armanca wî şîrînkirina xwe ye

Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebû Xeyt li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

Ehmed Ebû Xeyt diyar kir ku ew van "gotinên tundrev" ên Huckabee şermezar dikin.

Ebû Xeyt daxuyand ku ev gotin li dijî hemû rêzik û pîvanên bingehîn ên dîplomasiyê ne û li gel mentiq û hişê selîm jî naguncin.

Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban anî zimên ku gotinên Huckabee li gel siyaset û helwestên Amerîkayê nakok in.

Wî her wiha destnîşan kir ku armanca Huckabee ew e ku xwe ji raya giştî ya rastgirên Îsraîlê re şîrîn bike.

Filistîn

Wezareta Karên Derve ya Filistînê jî daxuyaniyên Huckabee şermezar kirin.

Wezaretê ragihand ku ev gotin li dijî rastiyên dînî, dîrokî û hiqûqa navneteweyî ne.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gotinên Huckabee li dijî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump in ku wî dagirkirina Şerîeya Rojavayê red kiribû.

Wezareta Karên Derve ya Filistînê destnîşan kir ku ev gotin bangeke eşkere ye ji bo êrişkirina serweriya dewletan û qet nayên qebûlkirin.

Misir

Wezareta Karên Derve ya Misirê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşan da û ew gotin şermezar kirin.

Misirê destnîşan kir ku ti serweriya rêveberiya Tel Evîvê li ser xakên Filistîn û Ereban nîne.

Di daxuyaniyê de hat xuyakirin ku gotinên Huckabee binpêkirina eşkere ya prensîbên hiqûqa navneteweyî ne.

Her wiha hat diyarkirin ku ev daxuyanî li gel vîzyona Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê jî nakok in.

Wezareta Karên Derve ya Misirê got, "Ti serweriya Îsraîlê li ser xakên dagirkirî yên Filistînê an jî xakên din ên Ereban nîne."

Rêxistina Hevkariya Îslamî

Rêxistina Hevkariya Îslamî jî daxuyaniyên Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê Mike Huckabee red kirin.

Rêxistina Hevkariya Îslamî ragihand ku ev gotin gefê li aramiya herêmê dixwin.

Di daxuyaniya rêxistinê de gotinên Balyozê Amerîkayê wekî "xeternak û bêberpirsiyarî" hatin binavkirin û bi tundî hatin şermezarkirin.

 

 

Plana 'Îsraîla Mezin'

Balyoz Mike Huckabee bi rojnamegerê Amerîkayî Tucker Carlson re hevpeyvînek kiribû.

Di hevpeyvînê de wî kuştina zarokan a di dema şerê Xezeyê de parastibû.

Huckabee her wiha nêrîna "Îsraîla Mezin a ku dispêre Tewratê" anîbû zimên.

Balyoz gotibû ku li herêma ji Çemê Nîlê heta Çemê Feratê li gorî Tewratê mafê Îsraîlê heye.

Huckabee her wiha gotibû, "Eger hemû herêm bistandana dê baş bibûya."

Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî 14ê Tebaxê li ser heman mijarê axivîbû.

Netanyahu îdia kiribû ku wî mîsyoneke dîrokî û manewî girtiye ser milê xwe.

Wî gotibû ku ew pêbendî vîzyona "Îsraîla Mezin" e ku xakên Filistînê jî li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst