Li Japonyayê dijminatiya li hemberî Kurdan zêde dibe: 'Zarok ji tirsa dernakevin'

29-09-2025
RÛDAW
Nîşan Japonya Bertek Kurd Nijadperestî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Japonyayê bertekên li hemberî koçberên biyanî her ku diçe tundtir dibin û bi taybetî penaberên Kurd dibin hedef.

Kurdên ku li bajarên Kawaguchi û Warabiyê yên li nêzîkî Tokyoyê dijîn, mehên dawî hem bi êrişên fîzîkî û hem jî bi zextên civakî yên zêde re rû bi rû dimînin.

"Zarokên min ji tirsa nikarin derkevin derve"

Li gor nûçeya The Guardian a Brîtanî, Aliyê ku 10 sal berê bi malbata xwe re ji Bakurê Kurdistanê çûye Japonyayê û wekî penaber li wir dimîne (xwest navê wî were guhertin), dibêje ku zarokên wî li dibistanê tên dûrxistin û cîranên wan êdî silavê jî nadin wan.

Kurê wî yê biçûk meha tîrmehê li parkekê rastî êrişê hat û derb li rûyê wî ket.

Hat diyarkirin ku êrişkar qîriye û gotiye, “Biyaniyan, vegerin welatê xwe”.

Malbata ku polîsan ji rewşê agahdar kirî, da zanîn ku heman kesî ji Alî re jî gotiye “ger yasa nebûna, min dê hûn bikuştan.”

Malbatên Kurd dibin hedef

Ev bûyer, mînaka herî dawî ya dijminatiya zêde ya li hemberî Kurdên ku li herêmê dijîn e.

Li Kawaguchi û Warabiyê ku nêzîkî 3 hezar Kurd lê dijîn, demên dawî li dijî kargehên Kurdan nivîsên bi heqaret tên nivîsandin û hinek malbat li ser medyaya civakî tên hedefgirtin.

Heta ku tê îdiakirin ku hinek YouTuber diçin herêmê û hewl didin provokasyonan çêbikin.

Yasaya nû ya koçberiyê zextê zêde dike

Li pişt vê aloziya li hemberî koçberan, yasaya nû ya koçberiyê heye ku hikûmeta Japonyayê par derxistibû.

Yasa rê dide ku kesên cara sêyem serî li penaberiyê dikin, werin dersînorkirin.

Medyaya muhafezekar û torên civakî îdiayên wekî “koçberên neyasayî rêjeya sûcê zêde dikin” belav dikin û komên tund ên rastgir jî vê yekê vediguherînin kampanyayên li dijî Kurdan.

Her çend di encama dozên ku li Kawaguchiyê hatin vekirin de xwenîşandanên hinek komên nefretê hatin qedexekirin jî atmosfera dijminatiyê berdewam dike.

"Bûyerên biçûk dibin pêla nefretê"

Sekreterê Giştî yê Komeleya Çanda Kurdan a Japonyayê Vakkas Çolak jî got:

“Di destpêkê de her kesî hewl dida hev nas bike, heta şaredariyan jî gelek piştgirî dida.

Niha jî bûyerên biçûk vediguherin pêleke nefretê.”

Alî jî diyar kir ku vegera wî ya Tirkiyeyê ne mimkun e û got:

“Jiyana li wir tê wateya mirinê. Lê jiyana me li vir jî her ku diçe zehmettir dibe.

Zarokên min bi şevan xewnên xirab dibînin, ditirsin derkevin derve. Em tenê jiyaneke bi aram dixwazin.”

Japonyayê sala 2023yan tenê ji bo 190 kesan statuya penaberiyê da.

Di nav wan de tenê Kurdek hebû. Ev tablo, paşeroja bi hezaran kesên wekî Alî ne diyar dihêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst