Nûnerê Xamineyî Amerîka tehdîd kir: Niha dora me ye

22-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Donald Trump Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Husên Şerîetmedarî bertek nîşanî êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê da û got,"Niha dora me ye ku em Amerîkayê li Behreynê bikin armanc."

Berbanga îro Nûnerê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê û Bireveberê Rojnameya Keyhan Husên Şerîetmedarî got, "Niha dora me ye, bêyî ku demê winda bikin û wek gava yekem, em dê keştiyên deryayî yên Amerîkayê li Behreynê moşekbaran bikin.

Pêwîst e em Tengava Hurmuzê li pêşiya keştiyên Amerîkî, Brîtanî, Almanî û Fransî bigirin."

Di dawiya peyama xwe de, ayeta Quranê ya (Li ku derê we karî, wan bikujin.) jî nivîsandiye.

Ev peyama wî nûnerê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê di demekê de ye ku berê Donald Trump di postekê de li ser tora civakî ya Truth Social ragihandibû ku "Fordo bi dawî bûye."

Donald Trump postek belav kir wiha got:

"Me êrişa xwe ya gelek serkeftî li ser sê bingehên atomî yên Fordo, Natanz û Îsfehanê yên Îranê temam kir. Hemû balafir niha li derveyî asmanê Îranê ne. Barekî tije bombe li ser bingeha serekî, Fordo, hate avêtin. Hemû balafir bi selametî li ser rêya vegerê ne ber bi welat. Em pîrozbahiyê li şervanên xwe yên mezin ên Amerîkî dikin. Tu artêşeke din li cîhanê tune ye ku bikaribe vê yekê bike. Niha dema aştiyê ye! Spas ji bo guhdariya we."

Li aliyê din, Parlemanterê Îranê yê parêzgeha Qumê Menan Reîsî derbarê êrişa Amerîkayê ya ser binkeya atomî ya Fordoyê axivî û diyar kir ku ti metirsiyeke tîrêjdanê di encama êrişê de nîne.

Menan Reîsî piştî bombebarankirina sê binkeyên atomî yên Natanz, Îsfehan û Fordoyê ji aliyê Amerîkayê ve, peyamek belav kir û got, "Lêkolînên destpêkê hatine kirin û ti tîrêjdanek li herêmê nehatiye dîtin."

Menan Reîsî dilniyayî dide xelkê Qumê ku di encama êrişa ser binkeya atomî ya Fordoyê de, tenduristiya wan di metirsiyê de nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst