Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê Nûnertiya Washingtonê û Serokê Meclisa Suryanî ya Sûriyeyê Besam Îshaq ragihand ku rewşa Siwêdayê dê bandorê li hemû Sûriyeyê bike û rêya çareseriyê ne hêz e, diyalog e.
Endamê MSDyê yê Nûnertiya Washingtonê Besam Îshaq beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û tekez kir ku tevgerên Şamê yên li Siwêdayê û komkujiyên li herêma beravê, baweriya pêkhateyan bi hikûmetê re lawaz kiriye.
"Diyalog rêya çareseriyê ye, ne hêz"
Besam Îshaq diyar kir ku kiryarên hikûmetê yên li Siwêdayê û hewldana wê ya ji bo sepandina desthilateke tam, bûne sedema aloziyeke mezin û got:
“Liv û tevgerên Şamê baweriya Durziyan lawaz dike. Çareserî li Siwêdayê bi bikaranîna hêzê nabe, pêdivî bi diyalogê heye."
Îshaq derbarê helwesta Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack jî diyar kir ku gotinên wî helwesta fermî ya Amerîkayê nîşan didin û ev hişyarî da:
“Divê hevsengiyek di navbera piştgiriya Amerîkayê ya ji bo hikûmeta nû ya Şamê û lêpirsîna li gel wê de hebe.
Pêwîst e hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniya Barrack cidî wergire.”
Parastina pêkhateyan
Besam Îshaq anî ziman ku ew rêzê li biryarên Amerîka û dewletên din digirin lê mercên wan jî hene û got:
“Rewşa Siwêdayê dê bandorê li seranserê Sûriyeyê bike.
Eger rêya çareseriyê di navbera Durziyan û hikûmeta Sûriyeyê de erênî be û aştî û aramiyê bi xwe re bîne, em jî dê li bakurrojhilatê Sûriyeyê wê qebûl bikin."
Wî tekezî li wê yekê kir ku eger biryara navneteweyî piştgiriya hikûmeta Sûriyeyê bike ew dê rêzê lê bigirin lê divê garantî hebe ku ewlehiya hemû pêkhateyan were parastin, bi taybetî jî pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê yên ku li dijî DAIŞê şer kirin û aramî pêk anîne.
Besam Îshaq her wiha got, “Divê garantiyên ewlehiyê ji bo xelkê me bên dayîn da ku ew binpêkirinên li peravê û Siwêdayê hatin kirin, ducare nebin."
Pêşniyara çareseriyê: Sîstema nenavendî
Îshaq bal kişand ser sîstema nenavendî û got:
"Hikûmeta navendî li her welatî pirsgirêk e, bi taybetî li Sûriyeyê ku pêkhateyên cuda lê dijîn.
Em sîstemeke nenavendî dixwazin. Divê xelkê herêmê bi xwe ewlehiya deverên xwe biparêze.
Eger hêzeke polîsan a navxweyî ya bihêz nebe, ti aramî çênabe."
Besam Îshaq herî dawî eşkere kir ku dan û standinên di navbera MSD û desthilata nû ya Şamê de didomin.
#VÎDEO - Li Siwêdayê çi rû dide û rewşa dawî çi ye❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 22, 2025
🛑 Daxuyaniyên Tom Barrack tên çi wateyê❓
🛑 Piştî bûyerên li Siwêdayê dê berê Sûriyeyê bikeve kû derê❓
🛑 Amerîka dê piştî vî şerê li Siwêdayê jî piştgiriya ku dide Şamê bidomîne yan na❓
🎙️ Endamê Nûnertiya Meclisa… pic.twitter.com/fW2kw3uTXY
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse