Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku 2 balafirên şer ên Tirkiyê li qada asmanî ya Sûriyê firiyan.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, bi daxuyaniyekê aşkere kir ku 2 firokeyên şer li qada asmanî ya Sûriyê firiyane.
Li gor heman daxuyaniya ku li ser hesaba fermî ya Twîtterê ya wê wezaretê hatiye belavkirin, îro 2 firokeyên F-16 li qada asmanî ya Sûriyê erka xwe pêkanîne.
Di daxuyaniyê de nahatiye diyarkirin ku ka ew firoke qada asmanî ya kîjan deveran firiyane.
Daxuyaniya hatiye belavkirin wiha ye, “Di Çarçova Operasyona Biryardariya Xwezayî de, du firokeyên F-16 ên ser bi Fermandariya Hêzên Asmanî ve, îro di navbera demjimêr 10.00-12.00an de, li qada asmanî ya Sûriyê erka xwe bicî anîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse