Artêşa Îsraîlê: Îranê dest bi êrişeke nû kir

24-06-2025
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Îran Mûşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê vê sibehê dest bi pêla 5em a êrişên bi mûşekan kiriye.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku êrişê beriya niha bi demeke kin dest pê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, hatiye tesbîtkirin ku mûşek ji Îranê ber bi axa wan ve tên û pergalên parastina asmanî hewl didin ku bersivê bidin êrişê.

Hat destnîşankirin ku li hinek herêmên bakurê Îsraîlê naqosên alarmê lê dixin.

Medyaya Îsraîlê da zanîn ku Îranê di êrişa pêla 4em de herî kêm 10 mûşek berdane û yek ji wan li başûrê welêt li avahiyekê ketiye.

Serwîsa alîkariyên bilez a Îsraîlê jî ragihandibû ku di vê êrişê de 4 kes mirine.

Li hêla din, li gorî nexşerêya Serokê Amerîkayê Donald Trump qonaxa yekem a agirbesta Îran û Îsraîlê dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst