Nêrîna xelkê Îsraîlê ya li ser agirbestê: ‘Xelkê berê xwe daye kafeyan’

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirbesta şerê Îran û Îsraîlê karvedanên cuda li pey xwe anîn.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbestek di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand, her du alî niha hevdû bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin û hevdû bi tundî tehdîd dikin. 

Meha Hezîranê ye û diviyabû beravên deryaya Tel Evîvê ya Îsraîlê ji geştyaran tijî be lê xuya dike vala ye.

Hîn şokbûna gurmîna mûşekên Îranê xelkê Îsraîlê bernedaye ku agirbest jî hat ragihandin.

Şêniya Tel Evîvê Iftah got:

“Bê guman hêvîdar im were bicihanîn, ev hêviya hemûyan e lê baweriya min gelekî bi daxuyaniyan nîne, divê em agirbestê bi çavê xwe bibînin.

Ez hest nakim daxwaza aştiyê li ba hikûmeta Îsraîlê hebe.”

Çend kêliyên kêm berî ku agirbest biçe warê bicihkirinê, Îranê bi mûşekan êrişî bajarê Beershebayê ya Îsraîlê kir û 4 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Dîmenekî tal û zehmet di bîra xelkê de cihê xwe girt û hêviya wan bi agirbestê heta astekê lerizand.

Şêniya Tel Evîvê Itayê da zanîn:

“Bi nerîna min ew ne dijminekî ku girîngiyê bide mirovan e, wekî tu dibînî di kêliya dawî de Beersheba bombebaran kir û xelk tawan kuşt.

Ew nexweşxane û xelkê sivîl dikin armanc.”

Bi dirêjahiya 12 rojên şer Îranê bi rêya 21 derbeyan bi sedan mûşek arasteyî Tel Evîv, Orşelîm û Heyfayê kirin.

Li gel her êrişê jî name ji Wezareta Karên Navxwe ya Îsraîlê ji telefonên welatiyan re dihatin şandin.

Diviyabû li her cihî û li ser her karî bûna di nava kêmtirî 6-7 xulekan de xwe bigihînin stargehan.

“Em agirbestê dixwazin”

Şêniya Heyfayê Erezê anî ziman:

“Em agirbestê dixwazin, temaşeyî xelkê bike berê xwe daye xwaringeh û kafeyan.

Hefte û nîvek e jiyana me nemabû, em hemû zilam û jin û zarok li nav stargehan bûn.”

Şêniya Heyfayê Erez Izenbergê jî got:

“Bi nerîna min pêwîstiya herdû aliyan pê heye lê ka bizanibin çi çêdibe.

Tenê bi derbasbûna demê dê derkeve gelo ev agirbest rasteqîn e yan na. Kî dizane wê çi bibe.”

Di 77 salên Îsraîlê û 46 salên Komara Îslamî ya Îranê de ev cara yekem e ku rasterast rûbirûbûna leşkerî di navbera wan de çêdibe.

Piştî 12 rojên şer, Serokê Amerîkayê agirbest di navbera wan de ragihand û got, “Êdî dema aştiyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst