Mesrûr Barzanî li ser agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de daxuyanî da

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî ragihandina agirbestê ya di navbera Îran û Îsraîlê de pêşwazî kir û got, “Gotûbêj tekane rê ye ji bo bipêşveçûnê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê ragihandina agirbestê ya di şerê Îran û Îsraîlê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Mesrûr Barzanî li ser agirbestê got, “Bixwedeçûn û gotûbêj tekane rê ne ji bo bipêşveçûnê.”

Serokwezîr Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Pêdiviya herêmê bi aramî, rêzgirtina li cîran û hevbeşên xwe û biryardana li ser bingehê zanayiyê û serkirdayetiya berpirsyar heye.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi dema Hewlêrê saet 01:00ê di parvekirineke xwe ya li ser Truth Socialê de rêkeftineke li ser “agirbesteke berfireh û bêkêmasî” ya di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn:

“Lihevkirinek çêbûye, agirbest dê di nava 6 saetan de dest pê bike û 12 saetan bidome ku dê şer bi dawî bike.”

Li gorî biryara Donald Trump, qonaxa yekem a agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de dest pê kiriye.

6 saeta yekem: Îran û Îsraîl erkê xwe yê dawî temam dikin

Piştî 12 saetan: Şer bi fermî radiweste

12 saet derbas bûn: Îran şer radigire

Piştî 12 saetan: Îsraîl şer radigire

Di nava 24 saetan de: Cîhan bi germî bidawîbûna şerê 12 rojî pêşwazî dike

Şer 13ê Hezîranê bi êrişa Îsraîlê ya li Îranê dest pê kir û heta danê sibehê berdewam kir.

Di êrişên Îsraîlê yên li Îranê de 606 kes hatin kuştin û 5 hezar û 332 kes jî birîndar bûn.

Amarên fermî nîşan didin ku di êrişên mûşekî yên Îranê de 28 Îsraîlî hatine kuştin û hezar û 300 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst