Operasyona Îsraîlê ya li çoltera Şamê: 6 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

28-11-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Operasyon Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Sûriyeyê di encama operasyonekê de ji bo desteserkirina çend gumanbaran 6 leşkerên wan birîndar bûne ku birîna 3yan ji wan giran e.

Li beramberî vê yekê medyaya Sûriyeyê behsa kuştina herî kêm 10 kesan kir.

Li gorî daxuyaniyeke Artêşa Îsraîlê, operasyon ji aliyê leşkerên Lîwaya 55an ve li gundê Beyt Cinê yê li çoltera Şamê hatiye kirin.

Armanca operasyonê desteserkirina hejmarek endamên Cemaeta Îslamî bû ku li gorî zanyariyên Îsraîlê, berê mûşek avêtibûn Îsraîlê û plana êrişên zêdetir datanîn.

Artêşa Îsraîlê, di destpêkê de ragihand ku wan 2 bira desteser kirine û yek ji wan wekî "gumanbarê sereke" dihate dîtin. Paşê jî ragihand ku kesekî din jî desteser kirine.

Artêşa Îsraîlê, amaje bi wê yekê kir ku kesên hatine desteserkirin, li malê û di nav nivînên xwe de hatine girtin lê dema hêzan xwestiye bi gumanbaran re ji herêmê derkevin, rastî reşandina guleyan a çekdarên din hatine.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Di dema operasyonê de, terorîstan gule li hêzên Artêşa Îsraîlê reşandin û wan jî bersiv da."

Her wiha hat amajekirin ku Hêza Asmanî ya Îsraîlê bi bikaranîna helîkopter û dronan piştgirî daye hêzên bejayî û herêm bombebaran kiriye.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku balafirên şer jî çendîn êrişî armancên ku berê hatibûn diyarkirin kiriye û di encama şer de çendîn çekdar hatine kuştin.

6 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Di encama pevçûnan de 6 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand, du efser û leşkerek bi giranî birîndar bûne, birîna leşkerekî din navîn bûye û du leşkerên din jî bi sivikî birîndar bûne.

Helîkopterên Hêza Asmanî ya Îsraîlê leşkerên birîndar ji bo tedawiyê veguhastine nexweşxaneyên Îsraîlê.

Di dema pevçûnan de, otomobîleke leşkerî ya Hummerê ji kar ketiye.

Leşkerên tê de neçar mane otomobîlê li Beyt Cinê bi cih bihêlin ku pişt re Artêşa Îsraîlê ji asman ve ew bombebaran kiriye û teqandiye.

Li aliyê din, medyaya Sûriyeyê dibêje di êrişê de 10 Sûriyeyî hatine kuştin.

Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku dronên Îsraîlê li ser herêmê geriyane û bi dehan malbat neçar mane malên xwe bi cih bihêlin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst