Îranê sala 2025an hezar û 500 kes îdam kirine

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Îdam Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Norwêcê ye ragihand, sala 2025an Îranê herî kêm hezar û 500 kes îdam kirine ku ev di 35 salên borî de asta herî bilind a cezayê îdamê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê amarên destpêkê yên sala borî belav kirin û zêdebûna hejmara bidarvekirinan wekî "bê mînak" bi nav kir.

Birêvebirê rêxistinê Mehmûd Emîrî Muqedem li ser amaran got:

"Rewş gelekî cihê dilgiraniyê ye û di 35 salên borî de bê mînak bûye.

Heta niha Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê hejmareke wiha tomar nekiriye."

Li gorî raporê, sala 2024an Îranê 975 kes îdam kiribûn lê sala 2025an ev hejmar derketiye herî kêm 1500 kesî.

Ji wê hejmarê zêdetirî 700 kesî bi tohmeta "madeyên hişbir" hatine îdamkirin.

Piştî 2022yan hejmar zêde bûye

Birêvebirê rêxistinê da zanîn ku hejmara bidarvekirinan piştî xwenîşandanên Îlona 2022yan (piştî kuştina Jîna Emîniyê) bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Bi awayekî ku sala 2022yan zêdetirî 500 kesî, sala 2023yan zêdetirî 800 kesî, sala 2024an 975 kes û sala 2025an jî hejmar derketiye 1500 kesî.

Mehmûd Emîrî Muqedem anî ziman:

"Desthilatdarên Îranê cezayê îdamê wekî amûrekê ji bo belavkirina tirsê bi kar tînin.

Armanca wan rêlibergirtina derketina nerazîbûnên nû ye lê wekî tê dîtin di van rojan de bi ser neketine."

Ev amar di demekê de ne ku ev çend roj in ji ber rewşa aborî nerazîbûn li çend bajarên Îranê derketine.

Li bajarê Lordeganê yê başûrê rojavayê Îranê di navbera polîs û xwenîşanderan de pevçûn derket.

Di pevçûnên van çend rojên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de çend endamên hêzên ewlehiyê û welatî hatine kuştin û 27 kes jî hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst