Hewlêr (Rûdaw) - Cezayê îdamê yê ku ji aliyê dadgeha herêmî ya Îranê ve li rapperê Îranî Emîr Huseyîn Meqsûdluyê ku bi navê "Tatalu" tê nasîn, li Dadgeha Bilind hate pesendkirin.
Tirkiyeyê sala 2023yan, Tataluyê ku dema pasaporta wî qediyabû, radestî Îranê kiribû.
Li gorî nûçeya Bianetê, eger heye ku Tatalu her kêlî were îdamkirin.
Tatalu ku Kanûna Pêşîn a 2023yan bêyî ku serlêdana wî ya penaberiyê bê nirxandin ji aliyê Tirkiyeyê ve radestî Îranê hatibû kirin.
Di destpêkê de bi pênc sal cezayê zindanê hatibû mehkûmkirin.
Lê belê li ser îtiraza dozger, Dadgeha Bilind ev ceza betal kiribû.
Tatalu di darizandina ji nû ve de, vê carê bi îdiaya "heqareta li Hezretî Mihemed" bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin û doza wî ji bo temyîzê ji Dadgeha Bilind re hat şandin.
Dadgeha Bilind jî cezayê îdamê yê Tatalu pesend kir.
Tatalu, bi şêwaza xwe ya jiyana vegan û eleqeya xwe ya ji bo medîtasyonê tê nasîn.
Emîr Huseyîn Meqsûdluyê 38 salî, wekî yek ji pêşengên şêwaza rîtm û blues (R&B) a Farisî tê hesibandin.
Wî ji sala 2011an ve heta niha, bi giştî 21 album derxistine û sala 2021an bûbû hunermendê yekemîn ê Îranî ku bi şirketa Amerîkî Universal Music Group re peyman îmze kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse