Serokkomarê Îranê nêzîkî salvegera xwepêşandanan behsa hîcabê kir

10-08-2023
Kerîm Şewqî
Nîşan Hîcab Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê soz da ku dê dawiyê li hewlên rakirina hîcabê yên li Îranê bîne.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di civînekê de bi malbatên “parêzvanên herêmê” re axivî got, ew rê nadin ku bêhîcabî berdewam bike.

“Parêzvanên Heremê” endamên Supaya Pasdarên Îranê ne ku bi navê parastina “Mezarê Seyîde Zeyneb” çûne Sûriyeyê û li wir hatine kuştin.

Reîsî destnîşan kir ku ew dê tevgera “nehîştina hîcabê” ya li Îranê nehêlin û dê şîretan li hin kesan bikin ku bi nezanî tevlî vê tevgerê bûne.

Serokkomarê Îranê herwiha ragihand ku kesên bi mebestên taybet hewl didin bêhîcabî li Îranê peyda bibe dê werin cezakirin.

Reîsî mehekê bêrî salvegera xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê behsa “nehîştina hîcabê” kir.

Xwepêşandanan piştî ku Jîna Emînî li navendeke ewlehiyê ya Îranê hatibû kuştin dest pê kiribûn.

Keça Kurd Jîna Emînî bi tohmeta şikandina qanûna hîcabê hatibû girtin.

Parlementeran li ser bandora xirab a yasayê hişyarî da

Reîsî herwiha li ser hewlên lixwenekirina hîcabê got, “Hewlên rakirina hîcabê yên ku niha li cadeyên Îranê hene, tevgereke rêkxistî ye û kesên piştevaniya wê dikin, beşek ji planên dijmin û neyarên Îranê ne.”

Herwiha Parlementoya Îranê jî hewl dide ku yasayeke nû derxe û cezayê giran bi ser wan kesan de bisepîne ku hîcabê li xwe nakin.

Li aliyê din beşeke parlementeran li ser bandora xirab a vê yasayê hişyarî da. 

Nêzîkî salekê piştî xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Wezareta Karên Navxwe ya Îranê dest bi geştên “Polîsê Exlaq” kiriye . 

Li gorî amarên saziyên mafê mirovan di xwepêşandanên sala borî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 500 xwepêşander hatin kuştin, zêderirî 20 hezar kesî jî hatin girtin.

Herwiha 70 kes ji endamên Besîc û hêzên din ên ewlehiyê yên Îranê jî hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst