Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê bernameya mûşekan a Îranê û got, "Mûşekên me ne mijara dan û standinê ne û dê nebin jî."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi boneya salvegera 47emîn Şoreşa Îslamî ya Îranê li Meydana Azadiyê ya li Tehranê beşdarî meşê bû û daxuyanî da.
Li gorî televîzyona fermî ya Îranê, Ebas Eraqçî gotiye "Kes nikare bi awayekî herî biçûk jî destwerdanê di mûşekên Îranê de bike.
Mûşekên me ne mijara dan û standinê ne û dê nebin jî."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, dema ku ji wî hat pirsîn ka dem û cihê gera din a dan û standinan a bi Amerîkayê re kengî ye, diyar kir ku hîn dem an cihekî diyarkirî nîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh diyar kiribû ku her peymana bi Îranê re dê hemû aliyên bernameya nukleerê li xwe bigire.
Trump her wiha destnîşan kiribû ku divê ev peyman bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê jî bike hedef.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse