Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Elî Xamineyî Elî Larîcanî diyar kir ku bombebaranên Îsraîlê îradeya gelê Îranê neşikandiye.
Larîcanî eşkere kir ku piştî êrişên Îranê tevî mixalefeta Îranê ya li derveyî welat hemû Îranê bûne yek û piştgiriya hêzên çekdar dikin.
Şêwirmendê Rêberê Îranê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî daxuyaniyek belav kir û got:
"Têgihiştineke hûr ji rewşê gelekî girîng e. Di destpêkê de Siyonîstan wisa dihesibandin ku ji ber bombebaranên destpêkê, dê di nava gelê Îranê de dubendî çêbibe."
"Mijara parastina welat hatibû holê"
Elî Larîcanî îdia kir ku Amerîkayê pêvajo gelekî xelet fam kiriye û wiha domand:
"Wan wisa dihesiband ku rewşa navxweyî ya Îranê dê têk biçe û zexta derve dê bibe sedema xweradestkirina Îranê lê encama wê bi temamî berevajî bû.
Hemû aliyên siyasî, heta hinek ji opozîsyona derveyî welat jî, piştgirî dan hêzên çekdar ên Îranê, ji ber ku mijara parastina welat hatibû holê."
Larîcanî amaje bi gotinên Serokê Amerîkayê jî kir û got, "Trump du caran xîtabî gelê Îranê kir lê ew ji asta nefreta gelê Îranê ya li hemberî wî ne agahdar bû, gotinên wî tenê bûn sedema zêdebûna nerazîbûnê.
Gelê Îranê jî bi hişyarî û bi sebir, li hemberî pirsgirêkên xwe li ber xwe da û alîkariya hêzên çekdar kir, vê yekê hevsengî guhertin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse