Ruhanî: Têkçûna rêkevtina etomî dê ji bo cîhanê zirar be

19-11-2019
RÛDAW
Nîşan Hesen Ruhanî Konsulxaneya Îranê Rêjevtina Etomî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ragihand ku têkçûna peymana etomî dê ji bo hemu welatên cîhanê zirar be, ji ber vê yekê divê hemî alî hewla parastina berjewendiyên navneteweyî bidin. 

ji Serokomariya Îranê Hesen Ruhanî ragihand ku têkçûna peymana etomî dê ji bo hemu welatên cîhanê zirar be û dive Amerîka bizane ku ew ne serokê cîhanê ye.

Hesen Ruhanî anî ziman ku Amerîka jî weke hemû  welatan tenê welatek e, û got: “Têkçûna peymana etomî dê ji bo cîhanê zirar be. Ji ber vê yekê dive hemû alî hewla parastina berjewendiyên navneteweyî bidin. Dorpêç û sizayên Amerîkayê dê zû yan dereng biqedin, nikare wan zêdetir bidomîne."

Ruhanî herwiha daxwaz ji welatên cîhanî kir ku li dijî biryarên Amerîkayê derkevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst