Hikûmeta Îranê aşkere kir: Tenê % 42 xelkê deng dane

23-02-2020
RÛDAW
Nîşan Îran Hilbijartinên Îranê Wezîrê Navxwe yê Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe ya Îranê rêjeya fermî ya beşdariya xelkê di hilbijartinên xûla 11an a parlamentoya wî welatî de aşkere kir û got, li ser asta tevahiya welat rêjeyabeşdariyê zêdetir ji %42 û li Tehranê jî %26ê bûye. Lê aliyên opozisyonê wan amaran red dikin û dibêjin, dewletê destkarî di hilbijartinan de kiriye û rêjeya beşdariya xelkê gelek ji amara fermî ya dewletê kêmtir e.

Piştî derbasbûna du rojan bi ser hilbijartinan û di demekê de ku encamên hilbijartinan li tevahiya bazneyên hilbijartinan hatibûne ragihandin, hikûmeta Îranê îro Yekşemê 23ê Sibatê amarên derbarê beşdariya xelkê di hilbijartinên 11mîn xûla parlamentoya wî welatî de aşkere kir.

Wezîrê Navxwe yê Îranê, Ebdulriza Rehmanî Fezlî îro li Tehranê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, 57 milyin û 918 hezar û 159 kesan li seranserê Îranê mafê dengdanê hebûn ku 24 milyon û 512 hezar û 404 kesan beşdarî di hilbijartinan de kirine û dengê xwe dane.

Ebdulriza Rehmanî Fezlî diyar kir, “rêjeya beşdariaya xelkê li ser asta Îranê % 42.7 bûye.”

Rehmanî Fezlî derbarê dereng ragihandina rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinan de jî got, “proseya ragihandina rêjeya beşdariyê divê li gor civîna navbera komîteya cîbicîkar, komîteya çavdêriyê û îmzekirina wan û pesendkirina wê ji aliyê Encûmena Çavdêriyê be, lewma diviyabû ew prose bihatiba pêkanîn, daku em bikarin rêjeya beşdariyê ragihînin.”

Rehmanî Fezlî da xuyakirin, li Tehranê 2 milyon û 539 hezar û 763 kesan di hilbijartinên parlamentoyê de deng dane, ku 9 milyon û 644 hezar û 981 kesan li mafê dengdanê hebûn.

Wezîrê Navxwe yê Îranê destnîşan kir, “zêdetirîn rêjeya beşdariya xelkê di bilbijartinan de li parêzgeha Kohgîloyê û Buyêr Ehmedê hatiyetomarkirin, ku % 73 bûye û kêmtirîn rêje jî li Tehranê bûye ku % 26 bûye.”

Li gor amarên ku Wezîrê Navxwe yê Îranê îro aşkere kir, rêjeya beşdariya xelkê di vê xûla hilbijartinên parlamentoyê de, kêmtirîn rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinên wî welatî de, her ji destpêka damezrandina Komara Îslamî ya Îranê ve heya niha ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst