Hikûmeta Îranê ji bo kolberan li mekanîzmekê digere

24-12-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Kurd Rojhilatê Kurdistanê Kolber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê di civîna xwe ya dawî de derbarê Kolberan de biryar da ku Wezareta Aborî ya wî welatî, mekanîzmekê ji bo karkirina kolberan di deriyên sînorî de bibîne.

Civata Wezîran a Îranê di civîna xwe ya duh Duşemê de mijara rewşa kolberan li navçeyên sînorî û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê gotûbêj kir.

Wezîrên Navxwe û Civakî yên Îranê di vê civînê de raporek derbarê rewşa jiyana xelkê navçeyên sînorî û kolberan de pêşkêş kirin.

Di civînê de, Wezîrê Aborî yê Îranê hate erkdarkirin, ku ji bo civîna dahatî raporekê derbarê çawaniya asankariyên ji bo kolberan pêşkêş bike, ji bo ku biryara dawiyê li ser bê dayîn.

Berdevkê Hikûmeta Îranê, Elî Rebîhî jî ragihand, ew dê rêkarên guncaw cîbicî bikin, daku rê li ber bikaranîna kolberan ji aliyê qaçaxçiyên mezin ên li Tehranê bê girtin.

Li aliyekî din Parlamentoya Îranê jî dixwaze bi yasayê karê kolberiyê rêkûpêk bike.

Parlamenterê Kurd û Nûnerê Serdeşt û Pîranşarê li Parlamentoya Îranê, Resûl Xizrî di axavtinekê de li parlamentoyê behsa rewşa jiyana kolberên Kurd li ser sînor kir û ragihand: “Kolber neçar in wan barên giran ji navçeyên zehmet û çiyayî hilgirin, çimku ti kargeh û cihek nîne ku têde kar bikin û debara jiyana xwe dabîn bikin.”

Rexûl Xizrî herwiha daxwaza rawestandina teqekirina hêzên ewlehiyê li kolberan kir û got: “Kolber tenê %1ê kelûpelên neyasayî hawirde dikin û ew jî rêjeyeke pir kêm e, lewma divê yasayek hebe bo rêgirtin ji teqekirina li kolberan. Me projeyasayek amade kiriye û dê bikeve nav acendaya karê parlamentoyê.”

Ev helwesta hikûmeta Îranê piştî wê yekê hat ku çend roj berî niha du birayên Kurd ên kolber li bilindahiyên Tete ya Hewramanê li Rojhilatê Kurdistanê di nav berf û sermayê de rê winda kiribûn û canê xwe ji dest dabûn.

Ferhad Xusrewî (14 salî) û Azad Xusrewî (17 salî) ji ber sermayê qerisîbûn. Termê Ferhadê 14 salî 3 rojan piştî windabûnê hatibû dîtin.

Mirina wan hedu birayên kolber di medyaya Kurdî û Îranê de gelek deng veda û Serok Barzanî derbarê bûyerê de peyameke hevxemiyê belav kir.

Herwiha Cîgirê Serokomarê Îranê û Wezîrê Navxwe yê Îranê jî têkildarî bûyerê peyam belav kiribûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst