Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Dadweriyê ya Îranê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya hefteya borî ya li Girtîgeha Evînê ya li bakurê Tehranê de herî kêm 71 kes hatine kuştin.
Berdevkê Desthilata Dadweriyê ya Îranê Esxer Cehangîrî bi daxuyaniyekê ragihand, “Li gorî amarên fermî, di êrişa Girtîgeha Evînê de 71 kes hatin kuştin.”
Êrişa esmanî 23yê Hezîranê li deriyê zexm ê girtîgeh hat kirin.
Saziyên ewlehiyê yên Îranê piştî êrişê ragihand ku wan girtî birine deverên din ên Tehranê lê malbatên girtiyên siyasî û komên mafparêz dibêjin, hejmareke zêde ya ji wan birine derveyî Tehranê.
Servîsa îstixbarata derve ya Îsraîlê (MOSSAD) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên têkildarî êrişê parve kirin û da zanîn ku wan “li deriyê girtîgehê” xistiye.
Wergira Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemediyê da zanîn ku hejmareke zêde ji wan kesên hatine veguhastin, kesên mezin bûne, bi şev hatine veguhastin û malbatên wan nizanin ew li kû ne.
Nêrgiz Mihemediya ku bi xwe jî berê di Girtîgeha Evînê de mabû behsa wê yekê kir ku rewşa cihên girtîgehê yên ku girtiyên siyasî lê hene “cihê dilgiraniyê ye” û ji bo ku girtiyên nexweş werin berdan daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku zextê li Îranê bike.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di şerê 12 rojan de zêdetirî 30 fermandar û 11 zanyarên atomî yên Îranê hatine kuştin, 8 tesîsê nukleerî û zêdetirî 720 baregehên leşkerî jî hatine bombebarankirin.
Li gorî komeke çalakvanên mafên mirovan ku baregeha wê li Washingtonê ye, di şer de zêdetirî hezar kesî li Îranê hatine kuştin ku herî kêm 417 kes ji wan sivîl bûne.
Di şer de Îranê zêdetirî 550 mûşekên balîstîk şandin Îsraîlê lê hinek ji wan gihîştin armancên xwe û bûn sedema kuştina 28 kesan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse